Gerîlayên HPG'ê li Drancy hatin bîranîn

Gerîlayên HPG'ê yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, li komuna Drancy a Fransayê hatin bîranîn.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Îsa Aras (Îsa Madûr), gerîla Ahmet Îgnec (Rênas Çartax), Mehmet Serhat Senkûr (Serbest Cîbran), Mucahît Tekîn (Firat Sîpan), Ahmet Karaz (Şervan Azadî) yên li Dersîmê jiyana xwe ji dst dan û Zehra Eplî (Serhildan Zeynep Garzan) a li Girtîgeha Gebzeyê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, li komuna Drancy a Fransayê hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Bakî Ûlûdag li vir axivî û got, "PKK partiya şehîdan e. Ji şehîdê destpêkê Hakî Karer û vir ve gelek şehîd hatin dayîn û heta ev têkoşîn bi ser bikeve, wê dayîna şehîdan bidome."

Paşê apê Îsa Aras Omer Aras axivî û got, "Îsa di zarokatiya xwe de jî mirovekî ku nêrîna wî dihat qebûlkirin, jîr û d nava malbatê de dihat hezkirin bû. Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin. Bila serê gelê me sax be."

Dûre xizmê Îsa Aras û dayika şehîd Dayika Tellî axivî. Dayika Tellî da xuyakirin, ku divê ew li her cihî xwedî li berxwedana şehîdan derkevin û got, "Divê em têkoşîna Rêbertî û berxwedêrên li çiyê û zîndanan mezin bikin."

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya jî li vir axivî û diyar kir, komkujiyên îro tên kirin ên herî mezin in û got, "Li dijî van êrîşan a dikeve ser milê me, berxwedan e. Cîhan tev li dijî me bisekine jî em ê mîrateya şehîdan li erdê nehêlin û heta bidestxistina statuya Kurdistanê û azadiya Rêberê xwe em ê têbikoşin."

Piştre hevrêyê Zehra Eplî endamê Ciwanên Azad Ronî Serhat mafê axaftinê girt û got, "Xeta şehîdan hêz û moralê dide me. Hevrêya me Serhildan Garzan jî berxwedan mezin kiriye û xwe feda kiriye. Ya ku dikeve ser milê me, mezinkirina mîrateya wan e."

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer jî li vir axivî û şehîd bîr anî. Hezer da xuyakirin, ku AKP'ê bi girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê re mezintirîn êrîşa xwe daye destpêkirin.

Hezer got, "Em ê serî li ber wan netewînin û em ê li ber xwe bidin."

Merasîma bîranîna şehîdan bi nîşandana sînevîzyonê û qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" qediya.

...