Gerîlayê PKK’ê Hogir li Lozanê hate bibîranîn

Gerîlayê PKK’ê Hogir li Lozanê hate bibîranîn

Gerîlayê PKKê Teyfîk Sari (Hogir) yê ku sê sal piştî tevlî nava refên gerîlayan bû, di 17 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da li bajarê Swîsre Lozanê hate bibîranîn.

Gerîlayê PKKê Teyfîk Sari yê ku 1997ê li tevlî nava refên gerîlayan û sala 2000 jiyana xwe ji dest da li bajarê Swîsre Lozanê bi merasimekê hate bibîranîn. Merasima bîranînê li avavahiya Navenda Çandê ya Kurdistanê pêk hat û tevlî malbata Sari û xizmên wan, Kurdên li Lozanê jî beşdar bûn.

Merasima bîranînê bi rêzgiritna ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir û endama Komîsyona Malbatên Şehîdan Hatîce Kandal di merasimê de axaftinek kir û diyar kir ku Hogir di temenê biçûk de bi bêrîkirin û hezkirina welêt tevlî nava refên berîlayan bûn. Kandal da zanîn ku ji ber şert û mercên şer wana piştî 12 salan kariye xwe bigihînin agahiyan û ji malbata Hogir re bêjin.

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser jiyana gerîla Hogir hate nîşandan. Piştre Serokê MeclîsaGel a Bernê Hanîfî Ceylan axivî û diyar kir ku ew ê dilsozê bîranîna gerîla Hogir û hevalên wî bimînin.

Gerîlayê Kurd Teyfîk Sari (Hogir) 1983yê ji dayik bûye û sala 1995ê tevlî nava refên gerîlayan bû. Sari piştî ku du salan li Ewropayê di nava xebatên ciwanan de ma, sala 1997 hate welat û tevlî nava refên gerîlayan bû. Piştre çû cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Sûriyeyê bû. Piştî li vir du salan perwerdeya siyasî û leşkerî dibîne, sala 1999ê derbasî herêma Metîna dibe. Sala 2000ê dema xwest hevalên xwe yên birîndar ên ku di encama operasyona bi hevkariya PDK û YNKê de pêk hat bibe nexweşxaneyê, di rê de ket kemînê û jiyana xwe ji dest da.