Gerîlayê HPG’ê yê birîndar birin girtîgehê

Gerîlayê HPG’ê Abdulsittar Ozer ê birîndar, ji nexweşxaneya lê dihate dermankirin, şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Rê nadin ku Ozer bi malbata xwe re hevdîtinê bike.

Piştî îdîaya Wezîrê Karê Derve yê Tirk ragihand ku di şerê 14’ê Nîsanê li navçeya Lice ya Amedê de gerîlayê HPG’ê Abdulsittar Ozer jiyana xwe ji dest daye, lê derket ku 15’ê Nîsanê li Nexweşxaneya Dîcle dihat dermankirin.

Ozer ê ji lingê xwe birîndar bû û di lingê wî de şikestin pêk hatine, ji ber ku di lingê wî de enfeksiyon pêk hatiye, bê ku dermankirina wî biqede 28’ê Nîsanê li ser sandeliye derxistin Edliyeya Amedê. Ozer ê li edliyeyê bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) îfade da Serdozgerê Komarê yê Licê, mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî. Ozer ê piştre birin dadgehê li vir jî mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî.

Dadgehê di derbarê Ozer de bi îdîaya ‘xirakirina yekîtî û yekparetiya dewlet û welat’ biryara girtinê da. Ozer ê birin Girtîgeha Tîpa D a Amdê, heman rojê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Ozer ê rewşa wî ya tenduristî baş diçe, 6’ê Nîsanê dubare şandin girtîgehê.

Heta niha Ozer bi malbata xwe re ti hevdîtinek nekiriye.