BI DÎMEN

Gerîlayê HPG'ê Serbest Cîbran li Wûppertalê hat bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Mehmet Serhat Sonkor (Serbest Cîbran) ê li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest da, li mizgefta Ehmedê Xanî ya li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hat bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Mehmet Serhat Sonkor (Serbest Cîbran) ê li Dersîmê di şerê 4'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da, li mizgefta Ehmedê Xanî ya li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hat bîranîn. Gelek Kurdistanî hatin serdana sersaxiyê.

Merasîma sersaxiyê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Wûppertalê ve hat organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre ji KOMAW'ê Fîlo axivî û bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP/Qesrê, şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin û rewşa li Rojhilata Navîn. Fîlo got, "Lazim e em li dijî zilm û zordariyê berdêlan bidin. Em neçar in vê zilm û zordariyê ji ser xwe rakin û li kesên dixwazin jiyanê li me biherimînin, jiyanê li wan biherimînin."

Piştî axaftina nûnerê KOMAW'ê, apê Serbest Cîbran Cîhan Ataç axivî û anî ziman, ku berî tevlî nava refên gerîla bibe jiyaneke berdew a Serbest Cîbran hebû û ji bo vê jiyana xwe ya bedew di oxira azadiya Kurdistanê de bidomîne beriya 4 salan berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.

Ataç diyar kir, Cîbran ji malbateke welatparêz e, xwişkek wî jî li nava refên gerîla bû, lê dîl ket destê dewleta Tirk û niha li girtîgehê ye. Ataç got, "Serbest Cîbran ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê me hemûyan e. Ji bo azadiya Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û tevlî karwanê şehîdan bû. Bila cihê wî buhuşt be. Lazim e em xwedî li vê doza pîroz a wî û hevalên wî derkevin. Dewleta Tirk her roj êrîşî her cihî dike, herî dawî hevserok, parlamenter û endamên HDP'ê girt. Ji ber vê yekê, divê em doza pîroz a şehîdên xwe bidomînin."

Piştî axaftinan, malbatê pêşwaziya serdanên sersaxiyê kir û xwarin û helaw li mêvanan belav kir.

...