Gerîlayê HPG'ê Rûbar Kerboran li Ûppsalayê hate bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Bahoz Baysal bi snasnav Rûbar Kerboran ku 10'ê Kanûna 2017'an li navçeya Kerboran a Mêrdînê şehîd bû, li bajarê Ûppsala yê Swêdê hate bîranîn.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê roja 10'ê Kanûna 2017'an di navbera gerîlayên HPG û artêşa Tirk de şer derketibû.

Di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

2 gerîlayên HPG'ê Bahoz Baysal (Rûbar Kerboran) û Şahîn Acar (Rojger Kerboran) şehîd bûbûn.

Malbata gerîla Baysal a li Swêdê dijî, konê sersaxiyê danî. Bi sedan Kurdistaniyan serdana malbatê kirin. Bi navê malbatê Rêzan Baysal peyivî û got, serê malbatê bilind e.

Di bîranînê de qala jiyana gerîla Bahoz Baysal hate kirin û bal hate kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî hate kirin.