Gerîlayê HPG’ê Demhat Farqîn li Lûzernê hate bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Demhat Farqîn li bajarê Kûzern ê Swîsreyê bi akativîteyekê hate bîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Demhat Farqîn li bajarê Kûzern ê Swîsreyê bi akativîteyekê hate bîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Fesîh Ûçar (Demhat Farqîn) ê ku di şerê li gel artêşa Tirk ê meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi akativîteyê hate bîranîn.
Di bîranînê de ji bo şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên Şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Destpêkê Berdevkê DEM-KURD’ê Cuma Allak axivî. Alak diyar kir ku şehîdan rêya azadiyê ji wan re vekiriye û got: “Di serî de şehîdên Garzanê û hemû şehîdên meha Gulanê ji bo hemû şoreşger û kesên di rêya azadiyê de dimeşin bûye finda ronahiyê. Ya ku dikeve ser milê me di vê rêya ku şehîdan ronî kirî de bi biryardarî bimeşîn.”
Piştî axaftina Cûma Allak li ser navê malbata gerîlayê HPG’ê Demhat Farqîn Cahît Ûçar mafê axaftinê girt û diyar kir ku Demhat şehîdê wan ê duyemîne û got: “Ew weke qeheremanên vî gelî parêzvanên wan rêbertî ji bo me kirin. Demhat, Demhatê me yê duyemîn e, yê yekem di sala 1996’an de şehîd ket ê duyemîn jî di meha Sibatê de şehîd ket. Bila her kes baş bizane ku Demhatên gelê Kurt bi dawî nabin.”
Piştî axaftinan û şûnde malbatê Ûçar sersaxiya Kurdistaniyan qebûl kir.