Gerîla Mêrxas ruyê cemaatê yê 'Şirnexê' vedibêje

Gerîla Mêrxas ruyê cemaatê yê 'Şirnexê' vedibêje

Mêrxas Kato (Veysî Cîn) hêj nû tevlÎ gerîla bûye. 24 salî ye.  Li Şirnexê bûye şahidê pêkanînên newekhev yên AKP’ê û Cemeata Fethullah Gulen: Ji bo alîgirên xwe xizmetên tenduristiyê, kemîna tiryakê li hemberî ciwanan û perwerda îdeolojîk…

Mêrxas Kato 2012’an de tevlî PKK’ê bûye. Kato ji bo saziyên perwerdeya tirk dibêje; “Saziyên şerê taybet”.  Kato diyar dike ku li saziyên tirk yên saziyên şerê taybet, perwerdeya îdeolojiya AKP’ê dîtine û balê dikişîne ser xizmetên AKP’ê yê ji bo alîgirên xwe.

Kato wiha dibêje: “Di pirsgirêkên me yê tenduristiyê de em bi xizmeteke ku alîgirên cemeatê û AKP’ê ne re rû bi rû diman. AKP ya ku bi vê sînor nedima, ciwanên kurd ber bi tiryakê ve dibir.

Gerîla Kato ku ji Elkêya Şirnexê ye bal dikişîne ser pergala şerê taybet ya tirk ku bi taybet berê xwe dane Şirnexê jî wiha got: “PKK li Şirnexê bandora wê heye. AKP li wir tune. Ji  ber vê jî AKP li Şirnexê tiryakê di nava ciwanan de zêde dike.

ÎDEOLOJIY A CEMEATÊ

Gerîla Kato tiştên li saziyên perwerdeya tirk dîtiye jî got: “Pergalek  perwerdehiyê ya nîjadperestiya tirk li me ferz dikirin.  Her wiha di bin navê dersên olî de Îdeolojiya Gulen û AKP’ê didin me.  Gelek mamosteyên me jî kadroya Fetullah Gulen bûn.”

JI BO ALÎGIRÊN XWE XIZMETA TENDURISTIYÊ

Kato da zanîn ku dewlet tu zimetê nade gundan û di xizmetên tenduristiyê de jî newekheviyê dike û got: “Malbatên rewşa wan a aborî nebaş  karta kesk didanê. Malbata min rewşa wan ne baş bû, me xwest em jî derbixînin. Lê em çûn ku derê gotin hun PKK’î ne em nakin.  Didan alîgirên AKP’ê yên Fetullah Gulen.”