BI DÎMEN

Gerîla li qadê serwer e

Azad Tolhildan ê HPG'î diyar kir ku artêşa Tirk nikare bi ser bikeve, qad di bin serweriya gerîla de ye.

BERXWEDANA GERÎLA

Gerîlayên HPG'ê Azad Tolhildan û Çekdar Serhed têkildarî şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Azad Tolhildan diyar kir ku gerîla di taktîkên şer û stratejiya şer de gelek pêşketin afirandine got: “Bi taybetî çalakiyên di zivistanê de hatin kirin dilê Enqereyê sotin. Leşkerên ku li hemberî me şer dikin û cerdevanên ku tên van herêman di rewşeke pir xerab de ne. Em her roj agahiyên leşkerên ku xwe dikujin dibihîzin. Ev rewş li ber çavên me diqewime. Dîsa artêşa dagirker bi piştgiriya malbata Barzanî, çeteyên El Nûsrayê anîn Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev çete bi cil û bergên artêşa Tirk li hemberî me şer dikin. Çeteyên ku anîne têk çûn. Ne artêşa Tirk, ne komên çete û ne jî hêzên hevkar nikarin pêşiya berxwedana me bigirin.

Li hemberî berxwedana me derûniya leşkerên Tirk xera bûye. Em agahiyên gelek xwekuştinan dibihîzin. Leşkerên ku bi darê zorê didin şerkirin, rêyeke din nabînin û xwe dikujin. Ev çiya çiyayên me ne, kes nikare wan ji destê me bigire. Gotinek heye; Hêlîna bazan e ne ji bo kevokan e. Ev çiya mala me ne. Dibe ku artêşa dagirker bi tank û topan hatibe, dibe ku dijmin leşkerên xwe anîbe, lê belê kontrola herêmê her tim di destê gerîlayan de ye. Me tu carî dest ji çalakî û têkoşîna li dijî dijmin berneda. Şerê diqewime vê yekê bi zelalî radixe ber çavan. Dijmin bi xwe jî li xwe mikur hat ku ji ber tunelên me nikarin bi me re şer bikin. Hin tunelên me bi kîlometreyan dirêj in. Dijmin bi xwe jî bi wêneyên ku ji satelaytê kişandine dibêjin; ‘Em nikarin van tunelan bigirin. Ev tunel bi kîlometreyan dirêj in.’ Em weke şervanên azadiya Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku bi taktîk û stratejiya şer a ku me pêş xistiye, em ê vê têkoşînê bi ser bixin.”

LI DIJÎ GERÎLA ÊRÎŞEKE TOPYEKÛN HEYE

Gerîla Çekdar Serhed anî ziman ku dewleta Tirk di şer de nirxên mirovahiyê binpê dike û wiha domand: “Li dijî gerîla şerekî topyekûn heye. Dewleta Tirk a faşîst di vî şerî de hemû derfetên xwe bikar tîne, ti exlaq û qanûnan nas nake. Di serî de çekên kîmyewî, hemû çekên qedexekirî bi kar tîne. Tevî vana nikarin pêşiya gerîlayan bigirin. Gerîla hîn jî çalakiyên bi bandor lidar dixe û derbên giran li dijmin dide. Ji ber ku plana dagirkeran têk çûye, hewl dide hemû hêzên herêmê têxin nava vî şerî. Lê belê heta niha tenê malbata Barzanî û hin caran jî hikûmeta Iraqê hevkariya dijmin dikin. Dewleta Tirk li gel piştgiriya hevkarên xwe jî serketinek bi dest nexistiye. Di warê aborî, leşkerî û siyasî de bi şikestinên mezin re rû bi rû mane.”

Gerîla Çekdar di nava axaftina xwe de agahiyên girîng da û bal kişand ser helîkopterên skorsky ên hatine xistin. Gerîla Çekdar Serhed bal kişand ser destwerdana gerîla ya li balafiran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber serweriya gerîlayan a li herêmê, rewşa leşkerên artêşa dagirker gelekî nebaş e. Artêşa dagirker her 10-15 rojan carekê dixwaze cihê van leşkeran biguherîne. Lê ji ber êrîşên gerîlayan leşker nayên guhertin û ev leşker ji ber tiştên ku bi serê wan tê, xwe dikujin. Çekên xwe datînin. Ev jî têkçûna artêşa dagirker nîşan dide. Bi vê têkçûnê re hewl dide şer hîn berfirehtir bike. Dijmin derbên giran xwarin, me wê birîndar kir. Em ê bi lêdana derbeyên kujer dijmin bi temamî ji axa xwe paqij bikin. Em li van deran dagirkeriyê qebûl nakin. Ev axa pîroz e, bi xwîna şehîdan tê avdan, lewma em ê nehêlin ku siya dijmin jî li vir bimîne. Gelê me wê destûrê nede vê yekê. Gelê Başûr jî vê yekê qebûl nake. Li Amêdiyê û Şêladizê ev yek hat dîtin û li Bakur û Rojhilat jî li dijî dagirkeriyê helwesteke tund hat nîşandan.”