Gerîla li leşkeran dan: Leşkerek hate kuştin yek jî birîndar bû

Gerîlayên HPG’ê li Colemêrgê bi ser leşkerên operasyonê de girtin. Di çalakiyê de 1 leşker hate kuştin, 1 birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku xwecih hatine wergirtin duh saet 16.00’an li Tepê Bot yê Adîlbegê gerîlayên HPG’ê bi ser artêşa Tirk de girtin.

Gerîlayên HPG’ê li Tepê Bayrak ku jê re Tepe Xwedê dibêjin, bi ser leşkeran de girtin û 1 leşkerê Tirk hate kuştin. Jêderkên xwecih her wiha agahî dan ku leşkerek hatiye kuştin jî.

Diyar bû ku şer hê berdewam dike û herêm ji hêla balafirên şer ve tê bombekirin.

Li hêla dî 11’ê Îlonê artêşa Tirk li Simbil û Oremarê operasyon dabû destpêkirin, artêşa Tirk bi helîkoptêran leşker li gêdûka Cîla ya Ezîzanê danîn, operasyon tê berfirehkirin û didome.

Diyar bû ku artêşa Tirk berêvarî Konferansa Dola Avaşînê û qadên Çiyayê Reş ê Zapê bombe dike û li herêmê tevger didome.