Gera heyeta HDK'ê ya Derya Reş destpê kir

Gera heyeta HDK'ê ya Derya Reş destpê kir

Heyeta Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) li Çorûmê dest bi gera xwe ya Deryaya Reşa ya ku hefteyekê berdewam bike, kir.

Heyeta HDK'ê ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û xebatên rêxistiniyê hefteyekê li Deryaya Reş dest bi gerê kir, yekemîn serdana xwe li Çorûmê li dar xistin. Parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, Parlementerê Stenbolê yê serbixwe Abdullah Levent Tüzel, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fatma Gok, endamên Lijneya Rêvebera a HDK'ê Alp Altinors, Hatîce Altinişik, Gulîstan Aydogdu, Endamê Meclîsa HDP'ê Huseyîn Taka di nava heyetê de cih girtin. Heyetê destpêkê Waliyê Çorûmê ziyaret kirin. Heyet ji aliyê gelek welatiyan ve li ber Walîtiya Çorûmê bi qurnefîla hate pêşwazîkirin.

Piştî heyetê nêzî nîvdemjimêrê bi walî re hevdîtin kir, Ertugrul Kurkçu li ber avahiya Walîtiyê daxuyanî da çapemeniyê. Ertugrul Kurkçu diyar kir ku, wan têkildarî armanca gera xwe de agahî dan Walî Sabrî Başkoy û wiha got: "Ziyareta me ya bi walî re bi armanca nêzîkatiya dewletê li hemberî gera me çiye hînbûn bû. Li vir em erenî hatin pêşwazîkirin. Em dê li Çorûmê bi esnaf û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtinan bikin."

Pişt re heyetê Rêxistina Partiya Emekê ya Bajar ziyaret kirin. Heyet dê di demjimêr 13.00'an de bi xebatkarên çapemeniyê re civîna çapemeniyê li dar bixe.