Gelo sûîqest wê ji aliyê tîma Sedat Peker ve bihata kirin?
Li pişt amadekariyên sûîqestên li Ewropayê ku wekîlê HDP'yî Garo Paylan ji nû ve xist rojevê, gelo çeteya AKP'ê Sedat Peker heye?
Li pişt amadekariyên sûîqestên li Ewropayê ku wekîlê HDP'yî Garo Paylan ji nû ve xist rojevê, gelo çeteya AKP'ê Sedat Peker heye?
Televîzyona ZDF'ê roja 12'ê Kanûnê, di bernameya xwe ya bi navê "Frontal 21" de li ser çeteya "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) hin belge û agahî weşand. Li gorî van belgeyan, ev çete çeteyeke rejîma Erdogan e ku bi wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ve girêdayî ye. Hat tespîtkirin ku ferman ji vê çeteyê re hatiye dayin ku çalakiyên çekdarî li dijî Kurdan bike. Li gorî qeyda deng, Kulunk fermanên li ser vê çeteyê yekser ji Erdogan girtiye.
Hefteyek piştî eşkerebûna lêpirsîna polîsên Elman a li ser vê koma çete, Parlamenterê HDP'yî yê Stenbolê Garo Paylan ragihand ku li gorî agahiyên gihîştine ber destê wan, li dijî Elewî, Ermenî, Kurdistanî û rojnamevanên Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn wê sûîqest bên kirin.
Tê gotin, agahiya 'wê sûîqest bê kirin' a ji aliyê Paylan ve hate eşkerekirin, pêwendiya xwe bi biryara girtinê ya der barê lîderên vê çeteyê Mehmet Bagci, Selçûk Şahîn û Levent Ûzûndal ve heye ku hatin girtin. Her sê lîderên çeteya 'Osmaniyên Elmanyayî' wê meha Adarê bên darizandin.
FÎNANSORÊ SEREKE YÊ ÇETEYÊ, SEDAT PEKER E!
Yek ji lîderên çeteya 'Osmanen Germanîa' Mehmet Bagci, Nîsana 2016'an gotibû, "Ji dewleta xwe û karsazên xwe yên welatperwer, em li benda alîkariyê ne'. Derket holê ku yek 'karsazên' alîkarî jê dihate xwestin, yek ji serçeteyên AKP'ê Sedat Peker e. Serdar Ekşîoglû ku ji bo Peker dibêje 'Reîsê min', di nava tîma wî de cih digire û di heman demê de hemşehriyê wî yê ji Rîzeyê ye, sala 2015'an ji bo endamên 'Osmanen Germanîa' tevlî nava AKP'ê bibin, li Elmanyayê kar kir.
Yek ji organên weşanê yên AKP'ê rojnameya Sabahê roja 16'ê Cotmeha 2015'an bi sernavê "Li Elmanyayê desteka ji bo AKP'ê ya ji 3.500 kesî" nûçeyek weşand û pesnê koma 'Osmanen Germanîa (Osmaniyên Elmanyayî)' da. Der barê vê koma çete de ev tişt nivîsand: "Derket holê ku karsazê ji Îkîzderelî ya Rîzeyê Serdar Ekşîoglû bandor lê kiriye ku koma Osmanen Germanîa piştgiriyê bide AK Partiyê."
TÊKILIYA NAVBERA PEKER Û KULUNK
Balkêş e, lîderê mafyayê Sedat Peker ku yek ji bersûcên doza Ergenekonê bû, bi wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ê ku fînansorê çeteya "Osmanen Germanîa" ye, xwedî têkiliyeke nêz e. Polîsê Elman îspat kiribû ku 1'ê Hezîrana 2017'an, wekîlê AKP'yî yê nêzî Erdogan Metîn Kulunk li Berlînê du zerfên tijî pere da lîderê çeteya "Osmanen Germanîa" Mehmet Bagci.
Çeteya Osmaniyan bi vî pereyî çek kirî, ji bo li dijî Kurdan û mûxalîfên rejîma Erdogan bi kar bînin. Wekî din di gelek axaftinên telefonê de Kulunk, fermanên ji Serokkomarê Tirk Erdogan digirt, ji lîderên çete re radigihand.
Tê gotin, Alîkarê Serokê Têkiliyên Derve ya AKP'ê û Parlametnerê Stenbolê Kulunk xizmê Sedat Peker e û di nava tora gelek têkiliyên gemarî de ye. Li gorî agahiyan, Kulunk dixwaze bi alîkariya çeteya Peker hêza paramîlîter a rejîma Erdogan li Ewropayê jî ava bike.
SERDAR TOZLÛ KÎ YE?
Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên pê bawer bi dest xistiye, yekîneyên ewlekariyê yên Elman di lêpirsîna li ser çeteya "Osmaniyên Elmanyayî" de li navê Serdar Tozlû yê AKP'yî rast hatin. Tozlû ku di fermiyetê de "Endamê Desteya Rêvebriya Çaglayancerît a AKP'ê û serokê karên hilbijartinê ye", gelek caran bi lîderê çeteyê re rûnişt. Tê destnîşankirin ku Tozlû dibe ku 'kesê têkilîdanînê' yê navbera çeteyê û AKP'ê be.
Serdar Tozlû 30'ê Îlona 2016'an bi lîderê çeteyê Mehmet Bagci re li ber alên Osmanî wêne kişand û ev wêne jî bi nivîsa "Leşkerên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê, xwedê ji we re bibe alîkar" di hesabê xwe yê medya civakî de weşand. Ev yek kete dosya lêpirsînê ya li Elmanyayê. Lê belê ev parvekirin piştî demekê hate jêbirin.