Gelo helîkopter bi têlan ve aliqî?
Ji ber ku gelek daxuyaniyên Waliyê Tirk ê li Şirnexê piştre eşkere bûn ku derew in, daxuyaniya wî ya vê dawiyê, ku got "Helîkoptera me bi têlan ve aliqî" rê li ber pirs û gumanan vekir.
Ji ber ku gelek daxuyaniyên Waliyê Tirk ê li Şirnexê piştre eşkere bûn ku derew in, daxuyaniya wî ya vê dawiyê, ku got "Helîkoptera me bi têlan ve aliqî" rê li ber pirs û gumanan vekir.
Li bajarokê Sêgirkê yê Şirnexê duh bi şev helîkotereke leşkerî ku 13 payebilind tê de bûn kete xwarê. Çend deqe heman piştî ketina helîkopterê Walîtiya Tirk ali Şirnexê daxuyaniyek da û got, "Helîkoptera me bi têlên elektrîkê aliqî." Lê vê daxuyaniya wî têra raya giştî nekir. Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû beriya niha gelek caran li ser bûyerên bi vî rengî daxuyanî da û her carê derket holê ku daxuyaniyên wî derew in. Lewma daxuyaniya wî ya li ser ketina helîkopterê jî, cih pirs û gumanan e.
Demeke kurt piştî ketian helîkoptera, ku fermandarên operasyona li çiyayê Katoyê tê de bûn, Waliyê Tirk ê li Şirnexê daxuyanî da û wiha got: "Helîkoptera me ya bi tîpa Coogeer a ji bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê ya bajarê me rabû, 3 deqe piştî rabûnê li têlên elektrîkê aliqî û kete xwarê. Tîmên me yên rizgarkirinê berê xwe dane herêmê." Daxuyaniya "Helîkopter li têlan aliqî piştre ji aliyê artêşa Tirk ve hate dubarekirin.
NAKOKIYA SAETA KETINÊ
Der barê dema ketina helîkopterê de, balkêş e saeta ku artêşa Tirk eşkere kir û ya ku medyayê weşand, li hev nayên. Di nûçeya destpêkê ya Ajansa Nûçeyan a Dogan de hat gotin, "Saet li dora 19:40'î, helîkopterek Fermandariya Tumenê ya 23. li herêma Sêgirkê ya Şirnexê ket xwarê." Di daxuyaniya artêşa Tirk de jî hat gotin, helîkopter saet di 20:55'an de ketiye xwarê. Di daxuyaniya artêşa Tirk de wiha hat gotin, "31'ê Gulana 2017'an roja Çarşemê, helîkoptera bi tîpa AS 532 COUGAR a ji Fermandariya Tûgayê ya Şirnex/Sêgirkê rabû û tê de 13 personelên me hebûn, demeke kurt piştî rabûnê, li gorî agahiyên destpêkê, ji ber li têlên elektrîlê aliqî saet di 20:55 de qeza kir."
GOTIBÛ 'HÊSTIRAN XWE KUŞTINE'
Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ku 55 deqe piştî ketina helîkopterê da, daxuyaniyên walîtiyê yên beriya niha anî bîra mirovan. Waliyê Tirk ê li Şirnexê Alî Îhsan Sû, di Nîsana 2015'an de, ji bo hêstirên ku leşkeran li zozanê Şîrît ê Roboskî qetil kirin gotibû, "xwe bi xwe kuştine." Sû îdîa kiribû ku leşkeran hêstir nekuştine û gotibû, "Hêstir bi bi çekê nehatin kuştin, lê belê ji dengê çekan tirsiyan û xwe ji zinar avêtin." Lê belê piştî wextekê dîmen derketibû holê û tê de xuya dikir, ku komek ji leşkeran bi fermana 'gulereşandin serbest e' gule li hêstiran direşand û bi hev dikeniyan. Ev dîmen ketibû rojeva Meclîsê jî.
DÎSA DEREW KIR
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di dema êrîşên qirkirinê yên 'qedexeya derketina derve' de, hêzên dewleta Tirk ên tevlî operasyonê bûn, bedena du jinan tazî kiribûn û teşhîr kiribûn. Piştî ku mijar ket rojeva raya giştî, Walî Sû daxuyaniyek da û ji bo wêneyan got, "Ji bo operasyonên li Cizîrê bi serketî hatin meşandin bên reşkirin û hêzên ewlekariyê bê qîmet bike, hatine weşandin." Walî Sû di dewama daxuyaniya xwe de got, "Wêneyên di medya civakî de hatin weşandin, ti eleqeya xwe bi navçeya Cizîrê ya bajarê me nîne." Lê belê di analîza wêneyan de îspat bûbû ku wêne li Cizîrê hatine kişandin.
GOTIBÛ 'XIZMET NESEKINIYE'
Waliyê Tirk ê li Şirnexê Sû, piştî qedexeya derketina derve ya li Cizîrê ku di navbera 4'ê Îlonê û 12'ê Îlona 2015'an de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî dabû û gotibû 'xizmet nesekiniye'. Sû piştre di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de, ji bo birîndarên li jêrzemînan li benda ambûlansan bû gotibû, "Guleyan li ambûlansên me direşînin" û bi vî rengî bingeh ji komkujiyê re amade kiribû.
LI GORÎ WALÎ SÛ, QEDER E!
Walî Sû, têkildarî bûyera Haci Lokman Bîrlîk, ku di Îlona 2015'an de piştî ku li Şirnexê hate kuştin cenazeyê wî li pişt panzerekê ve hate girêdan û bi erdê re hate kaşkirin, tevî bangên raya giştî jî bêdeng ma. Di 4'ê Gulana 2017'an de jî, li ser bûyera panzera ku li navçeya Silopiyayê ket hundirê xaniyekî û Mûhamed û Fûrkan Yildirim ên 6-7 salî eciqad, Walî Sû gotibû, "qeder e". Piştre jî hatibû îdîakirin ku polîsê ajokarê panzerê alkol venexwariye, lê frenên panzerê nexebitiye. Lê belê di rapora pisporan a li ser mijarê de derket holê ku frenên wesayîta zirxî saxlem e.
BERÊ JÎ GOTIBÛN 'QEZA'
Li aliyê din, daxuyaniyên artêşa Tirk ên li ser mijarên bi heman rengî jî, bi derewan tijî ye. Di sala 2008'an de ji bo helîkoptereke di şerê Zapê de hate xistin, Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk di 24'ê Sibata 2008'an de daxuyaniyek dabû û gotibû, "Helîkoptera me ji ber sedemeke nediyar, li cihekî nêzî sînorê me ketiye xwarê." Lê belê piştre HPG'ê dîmenê xistina helîkopterê weşandibû.
Roja 15'ê Gulana 2016'an jî, der barê helîkoptera HPG'ê li Colemêrgê xist, Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ev daxuyanî dabû: "Helîkoptera me di encama qezayekê de hate xistin". Lê belê piştî rojekê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dîmenê xistina helîkopterê bi fuzeya ji ser mil ve tê avêtin, weşand. Di dîmen de kesek ji yekê heta 15'an dijmêre û piştre fuzeya tê avêtin li helîkopterê dikeve û helîkopterê dixîne.
Ji bo balafira F-16 a 12'ê Kanûna 2016'an li Amedê hat xistin jî artêşa Tirk ev daxuyanî da bû: "Bûyer ji ber pirsgirêkeke teknîkî qewimî." Lê belê pîlotê bi saxî ji balafirê filitî gotibû, "Êrîş hatiye kirin." HPG'ê piştre ragihandibû ku balafir ji aliyê wan ve hatiye xistin.