Serokê Giştî yê AKP´ê bi çavekî welê li xwe dinihêre, weke ku nikaribe bê rexnekirin, weke ku kesekî pîroz be û ew bi xwe rexneyan li her kesî dike. Nexasim jî dema ku rexneyan li rêveberên dewletên din û pêkanînên wan dike, hema çi tê ber devê wî dibêje. Weke nimûme, rêveberiya Elmanya û Holendayê bi Nazîzmê gunehbar kir. Ji wan re got, faşîst, ew bi bêparbûna ji nirxên insanetiyê tohmetbar kir. Niha jî ji ber ku bi qanûneke nû derketî Îsraîl weke netewe dewlet tê îfadekirin, Îsraîlê bi faşîstiyê û vejandina Hitlerî gunehbar kir. Kî ye, ew kesê ku van dibêje; her roj dibêje yek milet, yek welat, yek al û yek dewlet. Ev îfadekyeke çawa ya dewletekê ye? Ma ev ne îfadekirina bi awayê herî faşîst ê dewleta netewe ye?
Em Îsraîl û Komara Tirkiyeyê (TC) li ber hev bigirin; Îsraîl halê hazir ne li dijî çareseriyeke du dewletî ye. Ji xwe, ew Mahmûd Ebbas ê ku li meqamê serokdewletiya Filistînê ye, muxateb dibîne. Wekî din ti armanca Îsraîlê nîne ku Filistîniyan bike Îsraîlî yan jî Cihû. Bêguman Îsraîl jî çawa dewleta Tirk li Kurdan dike, zextan û zilmê dike; Filistiniyan dikuje. Lê belê, Îsraîl ranabe, dozan venake li wan kesan ku beşdarî merasîmên cenazeyên wan Filistîniyan bûne ku wê kuştine û bi birrîna cezayê bi dehan salan girtîgehê jî gefan li wan naxwe. Wekî din me nebihîst ku Îsraîliyan êrişî goristanên Filistîniyan kiribe. Berê li dijî hin malbatên Filistiyên ku çalakî kirine, hin pêkanîn hebûn. Lê belê êrişbirina ser goristanan ti carî nehatiye bîra wan.
Îsraîlî li ser erdên Filistîniyan ji bo Îsraîliyan deverên şên ava dike. Ev ji xwe ji wan kirinan in ku nayên qebûlkirin. Lê belê tişta ku dewleta Tirk dike, ji ya ku Îsraîl dike bi hezar carî girantir e. Tevahiya siyasetên dewleta Tirk bi wê armancê ne ku Kurdistanê bê Kurd bike û Kurdistanê ji bo netewebûna Tirk veguherîne meydana belavbûnê. Tevahiya siyasetên wê ji bo wê yekê ne ku nasname, ziman û çanda Kurdbûnê ji holê rake. Ev siyaseta qirrkirinê ye û bi awayekî plankirî jî pêk tê anîn. Ya rastî dixwaze Kurdan û Kurdistanê bi temamî tine bike. Peyva Kurdistanê qedexe dike. Em bela xwe ji siyasetên din berdin, wan kesên ku ji deverên din tîne bi zora dewletê li Kurdistanê bi cih dike. Li Serêkaniyê û Wanê Tirkên ji Efxanistanê bi cih kirin. Erdên herî bi bereket ên Elezîzê dan civakên ku ji derve anînê. Tirkên ji filan û bêvan deverê tînin li Bedlîsê bi cih dikin. Niha dixwazin Ereban li Rihayê bi cih bikin. Ev hemû encama pêkanîna bi zanîn û plankirî ya siyaseta bê Kurd hiştina Kurdistanê ye. Gelo, ti cihêtiya van ji siyaseta avakirina cihên şên ên nû ya Îsraîlê heye? Siyasetên li Kurdistanê bi giştî pêk tên anîn, bê Kurd hiştina Kurdistanê ye. Bi awayekî eşkere binavkirina vê yekê jî qirrkirin e.
Serokê Giştî yê AKP´ê gotiye Îsraîl jin û zarokan dikuje. Baş e, naxwe em ji bi sedan jin û zarokan re ku li Kurdistanê hatin qetilkirin, çi bibêjin! Îsraîliyan jin jî zarok jî kuştine. Lê belê, ti serokwezîr yan jî serokdewletê Îsraîlê ranebûye û negotiye, “jin jî be, zarok jî be, ya pêwîst wê bê kirin”. Li seranserê dinyayê jî, ti lîderê faşîst weke Erdogan negotiye, “jin jî be, zarok jî be, em ê ya pêwîst bikin.” Ji xwe, ew biwêja “Keçelo navê min li te, kumê min li serê te” tam li vê helwêsta serokê giştî yê AKP´ê tê. Muhtemel e ku Îsraîlî ji Tayyip Erdogan re dibêjin, “li neynikê binihêre”. Heger Tayyip Erdogan ji Misilmanekî re tiştên wiha bigotana, xelkê wê gotina, ev ê ku ji dînê min dipeyive, xwezîka Misilman bûya, li wî vegeranda.
Dibe ku Tayyip Erdogan wiha bihizire; ez heqaretê li her kesî bikim, her kesî bi Hitlerbûn û Nazîtiyê tohmetbar bikim, weke dijberê mirovahiyê bi nav bikim, ew ên ku li min guhdarî dikin, wê bifikirin ku ez kesekî paqij, xwedîpîvan û kesekî li dijî vanên din im. Em vê yekê eşkere bibêjin, li dinyayê ti mirovê maqûl û biaqil nîne ku pûte bi van gotinên Tayyip Erdogan dide. Dinyayê jixwe, herî zêde Tayyip Erdogan nas kir. Hem jî wilo bi xêrê jî navê wî hilnade. Bi tenê antaxên wî û çend “dostên” berjewendiyan dikarin van weke ku rastî bin, binirxînin, Tayyip Erdogan weke dijberê van tiştan bibînin. Ji xwe, Tayyip Erdogan jî van gotinan ji bo raya giştî ya hundir dibêje. Jixwe, derd û kula wî ew e ku girseya li Tirkiyeyê destekê dide wî, di bin tesîra xwe de bihêle. Muhtemel e, dema ku axaftinên wisa derew û dûrî rastiya xwe dike, lingekî xwe hildide!
Faşîst, dixwazin ku her kes mîna wan li dinyayê û têgehan binihêrin. Her kesê ku weke wan li bûyeran nanihêrin, mîna dijminê welat, milet û weke xaîn dibînin. Parlamenterên Kurd diçin serdana taziyeya hilbijêrên xwe; hema doza ceza li wan vedikin. Beşdarbûn ti merasîma cenazeyan sûc nîne. Her kes dikare biçe merasîma cenaze ya cîranê xwe, nasê xwe, hemşehriyê xwe, hilbijêrê xwe. Sûc qebûlkirina çûna merasîmên cenaze, vedîtina sûcekî ye ku li ti devera dinyayê nîne. Ji xwe, mirov bêrêziyê li cenazeyê mirovekî mirî bike û ew dijmin jî be, bêexlaqî ye. Ev nirxek e ku li dinyayê û li cem tevahiya dînan hatiye qebûlkirin. Ya rastî, ya ku anîn serê jineke mirî ya çilpûtazî kirin çi be, gefxwarina zindanîkirina kesên çûne merasîmeke cenazeyê jî ew e, di navbera wan de cihêtiyeke têgihiştinê nîne. Desthilatdariya li Tirkiyeyê, hema maye ku dê û bavan jî ji ber ku çûne merasîma cenazeyên zarokên xwe û giriyane, ceza bike. Ji xwe, ew ên ku îro gefan li parlamenteran dixwin ji ber ku çûne merasîma cenaze, sibe wê xizmên xwediyên cenaze, cîran û hemşehriyên wan jî gunehbar bikin; paşê jî ew ê dê, bav, xwişk û birayan tohmetbar bikin. Serencama vê zêhniyetê ev e.
Ji ber vê yekê, mafê wan ê herî xwezayî ye ku parlamenter bibêjin, em ê biçin taziyeyên hilbijrên xwe. Ev helwêst, beşek ji wan êrişên li dijî gelê Kurd û siyasetvanên Kurd e. Lewma, serî tewandina li ber van zextan wê tevahiya zextan rewa û normal bike. Ji ber vê yekê, nûnerên gelê Kurd divê bi israr biryardariya xwe ya çûna serdana taziyeyê ya cîran, hemşehrî û hilbijêrên xwe dewam bikin. Ev jî li dijî faşîzmê helwêsteke têkoşînê ye.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA