Gelo ciwanê Kurd ê li Fransa hat kuştin bû qurbanê ‘namûs’ê?
Gelo ciwanê Kurd ê li Fransa hat kuştin bû qurbanê ‘namûs’ê?
Gelo ciwanê Kurd ê li Fransa hat kuştin bû qurbanê ‘namûs’ê?
Wer tê fikirîn ku ciwanê Kurd Mehmet Firat ê di dawiya meha Gulana derbasbûyî de cenazeye wî li di nav daristanekê de hat dîtin, ji ber ku di Facebookê de bi jineke zewicîre ketiye pêwendiyan û bi vî awayî hevdu naskirin e hatiye kuştin. Tê gotin ku jina mijara gotinê û zarokên wê jî wenda ne.
Cenazeyê Mehmet Firat, di 26’ê Gulanê de di nav daristaneke Bergeres-sous-Montmiraila a li Herêma Marne hat dîtin. Ji Firatê ku li Parîsê dima bi hefteyan e agahî nedihat girtin
Li bajarê Reims di encama otopsiya hat kirin de hat destnîşankirin ku destên Firat ji paşve hatine girêdan û lêdane. Mile wî yê çepê bi qasî ku ji nav goşt derkeve hatiye pelçiqandin, difna wî hatiye şikandin û sere wî bi objeke mîna darê beyzbolê hatiye parçekirin û bi temamî nayê zanîn bê li ku derê hatiye kuştin.
Mehmet Firat ê li ser nufûsa Xelfetiya Riha qeydkirî ye, herî dawî di 9’ê Gulanê de piştî telefona jêre hatiye li Parîsê saet 11.00’ê sibê ji mala kurapê xwe derketiye û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin.
DI FACEBOOK’ê de NAS KIR
Di çarçoveya lêpirsîna hat meşandin de li gorî agahiyên destpêkê li ser mijara, dibe ku têkiliyeke eşqê bi vê cinayetê re hebe hatibû rawestîn.
Xizmên Firat, wer difikirin ku Firat di encama cinayeteke li ser esasê “namûsê” hatiye kuştin. Li gorî rojnameya herêmî L’union L’Ardennais Fırat, di Facebookê de jineke zewicî nas dike, yek ji xizmê Firat jî dibêje, “Ev jin bi mixaletiyê xwe yê 14 salî re hatibû zewicandin. Xwedî malbateke pirr kevneşop e. Dema bi pêwendiya li ser înternetê bihîstin, ji bo namûsa xwe paqij bikin biryar dan ku Mehmet bikujin.”
JIN Û ZAROK JÎ WENDA NE
Rojnameya herêmê bal dikişîne ser gengeşeyeke hîn bi guman jî. Li gorî tê ragihandin, jina zewicî ya bi navê H.Y., a di Facebook’ê de navê E.Y. bi kar tîne û du zarokên wê jî wenda ne û tu nîşaneyen ku sax bin nîn in. Cendermeya Reîms a 21’ê Hezîranê di mala jina behsa wê tê kirin de lêgerîn dan destpêkirin li şopên ku mal bi awayekî lezûbez hatiye terkkirin hat.
Li malê heta niha ku tu şopên xwînê nehatîne dîtin, teknîsyenên şaxa krîmînal bi taybet li ser disekinin bê ka Firat li ku derê hatiye kuştin. Tê îddîakirin ku hevser û apê H.Y. yên di der barê kuştinê de gumanbar in çûne Tirkiyeyê.
Xizmên H.Y. bi guman in: “Ev bûyereke namûsê ye. Yan bi zarokên xwe re hat kuştin an jî wê li Tirkiyeyê werin kuştin.”