Gelek endamên ESP û SGDF’ê hatin binçavkirin
Di serdegirtinên polîsên Tirk de, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş û Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên polîsên Tirk de, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş û Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komara Stenbolê ve tê meşandin de, polîsan bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de girtin.
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş û Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat û sendîkvan jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û destnîşan kir ku derbarê gelek muwekîlên wan de, biryara lêgerînê heye. Hat diyarkirin ku di dosyaya lêpirsînê de biryara veşartî û ji bo 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, heye.