Gelek dadger û dozger hatin binçavkirin
Gelek dadger û dozger, li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatin binçavkirin.
Gelek dadger û dozger, li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatin binçavkirin.
Têkildarî hewldana darbeyê Serdozgerê Komarê yê Anadolûyê, di çarçoveya lêpirsîna de ku der barê 110 dadger û dozgeran de hatibû destpêkirin, 66 hakim û dozgerên ku li Qesra Edaletê a Anadolûyê de kar dikirin hatin binçavkirin.
24 dozger û 42 dadger bi sûcên “Endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” û “Bikaranîna tundiyê ve hewldana hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakirin an jî teşebûsa astengkirina bi giştî an qismî wezîfeyên wê” hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku lêpirsînên der barê dozger û dadgeran de ku hatin binçavkirin hê jî dewam dikin.