Êrîşên bombeyî yên li hemberî avahiyên HDP’a Mersîn û Edeneyê hîna di rojevê ye û Waliniyê niha yê Mersînê Ozdemîr Çakacak e. Çakacak du salan li Wanê peywir kir û tiştê ku di wan du salan de pêk hatin jî hîna nehatiye jibîrkirin.
Ozdemîr Çakacak di dema Walitiya xwe ya li Wanê de destur nedabû pîrozbahiyên Newrozê û li ser vê yekê gelek kesî jiyan xwe ji dest dabû û bi sedan kes birîndar bibûn. Bi taybet jî dayikên ku dixwestin Newrozê pîroz bikin, kolanê bi çopan lêdan xwaribûn û ev demek dirêj di rojevê de mabû. Bi êrîşa tûnd ya polîsan re 3 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bû û hatin girtin. Piştî van bûyeran Walî Çakacak, ji bo Midûrê Emniyeta Wanê Mehmet Salîh Kesmez ji ber serkeftina di têkoşîna li dijî terorê nîşan daye, plaketa spasiyê dabû. Kujerên Zekî Erînç yê di mudaxaleya polîsan de hat qetilkirin jî, hîna nehatiye derxistin.
Çakacak yê ku li Wanê li ser gel teror meşand, niha Mersînê Waliy e. Çakacak di 15’ê îlona 2014’an de bi biryarnameya muşterek a hejmar 6780 hat tayînkirin. Di vê dema ku Çakacak Walitiya Mersînê dike de, li dijî avahiya HDP’a Mersînê êrîşa bombeyî pêk hat.
Serokê DTP’a Wanê yê 2008’an Abdurrahman Dogar ku di wê demê de her tim bû hedefa Çakacak, diyar kir ku di demeke ku Çakacak Waliyê Mersînê ye de êrîşeke bi vî rengî ne tesadufe. Dogar wiha got: “Çakacak bi xwe di Newroza 2008’an de got ew naşibe yên din û gotibû ew nahêle li vir Newroz bê pîrozkirin. Çakacak bi awayekî aşkera dijminahiya Kurdan dike. Di dema ku Walîtiya Wanê dikir de cejna Newrozê li Kurdan hat qedexekirin. Wê demê me bi dehan carî pê re hevdîtin kir û me xesasiyeta civakê anî ziman. Lê em guhdar nekir û polîs êrîşê gel kir. Di Newroza 2008’an de 3 hevalên me bi guleya polîsan mirin. Bi dehan birîndar bûn û bi sedan hatin girtin. 70 polîs têkildarî min de gilî kirin. Ez piştî daxuyaniyên Çakacak 8.5 mehan di girtîgehê de mam. Dayikên me li kolanê rastî êrîşa tûnd hatin. Ji ber vê jî ez wisa difikirim ku ji êrîşên Mersînê Çakacak bepirse. Zîhniyeta Çakacak nekare tehemulê bilindbûna HDP’ê bike. Ji ber ku mantalîteya wî musaîte. Yê Çakacak nas bikin, bûyerên Mersînê jî wê baş fêm bikin. Waliyê Mersînê bên ji gelê Wanê bipirsin.”