Gelê Rojava komkujiya li Parîsê şermezar kir

Gelê Rojava komkujiya li Parîsê şermezar kir

Gelê navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê bi meşekî girseyî komkujiya 3 siyasetmedarên jin ên Kurd şermezar kir. Li Qamişloyê jî Yekitiya Star ji bo bîranîna her sê şoreşgeran civînek hate li dar xistin.

Li navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê meş ji ber depoya avê destpê kir û li ber mala gel a navçeya Cindirêsê bi dawî bû. Di meşê de komkujiya Parîsê hat şermezar kirin û kesên ku destê wan di vê komkujiyê de heye hate nelet kirin.

Kesên di meşê de van pankartan rakirin "Xebata ve îsrara azadiyê ye", "Hikûmeta Fransayê hevkerayê vê komkujiyê ye heya derxistina kujeran". Di meşê de ji dewleta Fransayê hate xwestin ku di demek a din zutir buyerê ji raya giştî re ronî bike.

Endamê TEV-DEM Ebdulezîz Mîrza xîtabî meşvanan kir û wiha axivî: “Em vê komkujiya hovane şermezar dikin û daxwaza me ji hikûmeta Fransa ewe ku komkujiyê ronî bike, ger rastiya vê buyerê dernexe holê ew rejîma Tirkiye re hevkarê komkujiyê ye.”

Di dawiya meşê de endamê navenda çand û hunerê çend helbestên bi zimanê kurdî û erebî li ser pakrewanên azadiyê xwend.

QAMIŞLOYÊ CIVÎNA BÎRANÎNÊ HER SÊ ŞOREŞGERAN

Yekitiya Star li bajarê Qamişlo di navenda ciwanan de civînek ji bo şermezar kirina komkujiya Parîsê li hemberî sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylamez, her wiha ji bo salvegera Yekitiya Star lidarxist. Bi dehan kes tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endama kordînasyona Yekitiya Star Îlham Ehmed li ser kesayeta Sakîne Cansiz û dîroka têkoşîna wê ya di nava rêxistinê de rawestiya.

Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de komkujî rawe kir û wiha axivî: "Ji milekî ve piştî salekî zêdetir hevdîtin bi rêberê gelê Kurd re pêk hatin û di dema hevdîtinan de ev komkujî di welatekî herî zêde nêzî demokrasî û azadiyê ye, ji ber xwe ve pêk nehatiye.”

Ehmed daxuya kirin ku armanca komkujiya Parîsê tesfiye kirina xebatên jina Kurd e. Her wiha Ehmed şert û mercên ku Yekitiya Star tê de hatiye avakirin jî bi bîranî û vê peyamê da: "Pergala ku bingeha xwe ji hebûn û vîna gel digre binketina wê nîne û kombûna jina Kurd li derûdora Yekitiya Star rastiya vê yekê hîn baştir dide raber kirin."