Gelê Rojava ji bo kurdî daket kolanan

Gelê Rojava ji bo kurdî daket kolanan

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarên Rojavayê Kurdistanê Amûdê, Dirbêsiyê, Tiltemir, Kobanê û Serêkaniyê çalakiyê roja zimanê dayikê li dar xist. Gelê Rojava daket kolanan û piştgiriyê da mafê zimanê kurdî. Di çalakiyan de banga xwedî derketina li zimanê kurdî ji rewşenbîran hate kirin.

SERÊKANIYÊ

Li Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê tevî hemû rewşên zehmet ku bajar di nava bermahiyên şer de, bi dehan mamoste bi munasebeta roja zimanê dayikê ya cîhanê û şermezar kirna biryarên rêjîma Baas a girtina dibistanên fermî,  çalakiya rawestandina kar lidarxistin. Di çalakiya ku li ber dibistana Elşerqiyê ya li taxa Hewarna pêk hat, mamosteyê zimanên kurdî Sîno Wehab û Azad Bobo axivîn û roja zimanê dayikê li hemû gelên herêmê pîrozkirin û biryarên rêjîma Baas şermezar kirin. Herwiha mamosteyên zimanê kurdî bang li hemû pêkhatiyên Serêkaniyê kirin ku vegerin malên xwe.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê bi munasebeta roja zimanê dayikê ya cîhanê SZK'ê semînerek li navenda çand û hunerê lidarxist. Mamosteyê zimanê kurdî Botan Agrî axivî û dazanîn ku zimanê kurdî bingeha hebûna gelê kurd e û gelê kurd xwe di rêya zimanê xwe de heta niha parastiye. Piştî Agrî Endamê SZK'ê Bedran Yenyir axivî û diyar kir ku beşdariya gelê kurd a semînerê girêdana gelê kurd a bi zimanê kurdî nîşan dide.

Herwiha Yenayir roja zimanê dayikê ya cîhanê li gelê kurd pîroz kir. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demukratîk (TEV-DEM) Dildar Ehmed axivî û kefxweşiya xwe bi roja zimanê dayikê nîşan da. Ehmed bang li rewşenbîran kir ku ji biryarên rejîmê yên li dijî zimanê kurdî hişyar bin û bêdengiya partiyên kurd a li dijî biryarên rêjîma Baas bi girtina dibistanên fermî ji ber dersên zimanê kurdî, rexne kir. Di berdewamiya semînerê de gelek helbestên kurdî yên li ser ziman û şoreşê hatin xwendin. Semîner bi stranên Koma Zîlan bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê SZK daxuyaniyek li ber navenda Reşîdê Kurd a çand û hunerê bi beşdariya bi dehan şagirtên zimanê kurdî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ziman raman û kilîta zanistiya gelan e. Herwiha di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku jina kurd tevî hemû zehmetiyan rola parastina zimanê dayikê girtiye. Di daxuyaniyê de bang li hemû gelê kurd hate kirin ku bi munasebeta zimanê dayikê bi rastî xwedî li zimanê dayika xwe derkevin û bi taybet rewşenbîr gerek e li dijî biryarên qedexekirina zimanê kurdî bêdeng nemînin.

TIL TEMIR

Li bajarokê Til Temir di munesebeta roja zimanê dayikê ya cîhanê mîting li ber deriyê dibistanên bajêr hate lidarxistin û doza perwedeya bi kurdî hate kirin. Zarokên ku çalakiyê pêk anîn ji meclisa bajêr xwestin ku perwedeya bi kurdî were destpêkirn. Zarokan di çalakiya xwe de pankartên ku li ser nivisîbûn "Bê ziman jiyan nabe'', "Kes nikare zimanê me qedexe bike'', "Em dixwazin kurdî bikeve dibistanên fermî'' hatin vekirin. Li Bajarokê Til Temir tevî ku ev çar meh in bajar ji aliyê meclisa hevbeş a ji hemû pêkhatiyên bajêr tê rêvebirên, lê hîn ji bilî zimanê erebî di dibistanên fermî de perwerde nayê dayin.

KOBANÊ

Li Kobanê SZK'ê bi munasebeta roja zimanê dayikê û şermezar kirna biryarên partiya Baas meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş li meydana Azadî destpêkir û piştre meşvan li kolanê Kobanê geriyan. Meşvanan dirûşmeyên ''Bê ziman jiyan nabe'' bê navber qîriyan. Di dawiya meşê de çalakiya kombûnê hate lidarxistin. Endamê SZK'ê Mislim Nebo axivî û diyar kir ku mafê gelê Kurd e ku fêrî zimanê xwe bibe û bi kurdî biaxive. Herwiha Nebo dazanîn ku bi salan e siyaseta înkar û tunekirinê li ser zimanê kurdî hatiye meşandin.

Piştî Nebo Endama Konfedresyona Xwendekarên kurd Şêrîn Ebdê axivî û diyar kir ku ew wek xwendevan roja zimanê dayikê li gelê kurd pîrozdikin û dazanîn ku xwendevanên kurd wê dersên kurdî bidin şagirtan û wê nehêlin biryarên rêjîma Baas a girtina dibistanên ku perwerdeya zimanê kurdî lê tê dayin biserbikevin.