Gelê Kurd li Stenbolê ji bo Ocalan li ser pêyane

Çalakiyên ji bo ku parêzer û malbata Ocalan biçin hevdîtina wî li Ewropayê bênavber didome. Li gelek navçeyên Stenbolê jî grevên birçîbûnê yê bi dem û bi dorveger hate destpêkirin.

Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd li ser pêyane. Çalakiyên ji bo ku parêzer û malbata Ocalan biçin hevdîtina wî li Ewropayê bênavber didome. Li gelek navçeyên Stenbolê jî grevên birçîbûnê yê bi dem û bi dorveger hate destpêkirin.

Li avahiya rêxistina HDP’ê ya Beyoglûyê jî ji bo balkişandina tecrîda li ser Ocalan greva birçîbûnê ya ji bo du rojan hate destpêkirin.

‘HETA DILOPA DAWÎN A XWÎNA XWE EM LI BA RÊBERTIYA XWE NE’

Dayîka Aştiyê Raîfe Çirik jî ketiye greva birçîbûnê û got: “Em vê tecrîdê şermezar dikin. Heta dilopa dawîn a xwîna xwe em li ba Rêbertiya xwe ne. Heta ku em agahiyan werbigirin, wê çalakiya me bidome û hewce bike em ê têkevin rojiya mirinê jî.” Çirik helwesta CPT’ê jî şermezar kir û got divê tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest were rakirin.

‘TECRÎDA LI SER OCALAN, TECRÎDA LI SER MILYONAN E’

Feyzûllah Altûnkiliç jî diyar kir ku ew ji ber vê rewşê di nav fikaran de ne û got: “Tecrîda li ser Ocalan, tê wateya tecrîda li ser milyonan kesan.” Kiliç bal kişand ser operasyonên siyasî yên li hevserokên giştî yên HDP’ê û parlementeran û diyar kir ku dewlet dixwaze gelê Kurd bê îrade bihêle.

‘SEBRA GELÊ KURD NECERIBÎNIN’

Hevseroka HDP’ê ya Beyoglûyê Gulsen Bîter jî diyar kir ku, tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û got: “Tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîda li ser hemû gelê Kurd.” Bîter bal kişand ser vî tiştî ku gelê Kurd li ser pêyane û divê sebra gelê Kurd neyê ceribandin. Bîter xwest ku tecrîda li ser Ocalan tê de, divê tecrîd û zilma li ser hemû girtiyên siyasî bi dawî bibe.