'Gelê Kurd di demeke dîrokî de ye'
Musteşarê Navenda Lêkolînên Stratejîk a El Ehram, El Macîd da xuyakirin, ku hêzên serdest ên li herêmê êrîşî destketiyên Kurdan dikin û got, gelê Kurd di demeke dîrokî de ye.
Musteşarê Navenda Lêkolînên Stratejîk a El Ehram, El Macîd da xuyakirin, ku hêzên serdest ên li herêmê êrîşî destketiyên Kurdan dikin û got, gelê Kurd di demeke dîrokî de ye.
Musteşarê Navenda Lêkolînên Stratejîk a El Ehram D. Wahîd El Macîd ji ANF'ê re axivî û diyar kir, pirsgirêka Kurd roj bi roj kûrtir dibe. El Macîd destnîşan kir, ku li Bakurê Kurdistanê PKK hêza xwe diparêze. El Macîd der barê zextên li Îranê jî got, 'zexteke bi xwîn e' û anî ziman, ku destûr nayê dayîn, ku nêrîna Kurdan a li wir bê hînbûn.
El Macîd da zanîn, ku piştî pêvajoya 'Bihara Ereb' Kurdan ji rewşa heyî sûd wergirtine û bal kişand ser destketiyên siyasî û leşkerî yên PYD'ê ku di tevî gelek astengiyan bi dest xist. El Macîd diyar kir, Tirkiyeyê tehemûlî destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê nekiriye û dest lê werdaye. El Macîd destnîşan kir, ku ev destwerdan bi ser neketiye.
'DIBE KU PARÇE BIBE'
El Macîd got, "Sûriye ber bi parçebûnê ve diçe. Ev nebe jî wê çareseriyeke konfederal an jî federal pêk were" û ragihand, rola rejîmê û çeteyan, hîn bêhtir rê li ber parçebûnê vedike. El Macîd got, "Dibe ku Sûriye parçe bibe û herêma di destê PYD'ê de wê balê bikişîne ser xwe" û wiha dewam kir: "Lê belê bûyereke din a girîng a beriya parçebûna Sûriyeyê biqewime, dibe ku li Iraqê rû bide." El Macîd anî ziman, ku ev bûyer wê li ser mijara rizgariyê be."
El Macîd da xuyakirin, ku hêzên serdest ên li herêmê ji destketiyên Kurdan ne razî ne û ev yek jî pêvajoyeke şer nîşan dide.
'KÊLIYA DÎROKÎ'
El Macîd diyar kir, li dijî hêzên serdest dibe ku li herêma Kurdistanê 'dewleteke nîv serbixwe' pêk were û ragihand, Tirkiye ji bo pêşî li vê bigire, pêkane bikeve nava hewldanan. D. Wahîd El Macîd pêvajoya heyî ya li Rojhilata Navîn weke "Kêliya dîrokî ji bo Kurdan" bi nav kir.