Gelê Bakûr ji bo Rojava seferber bû
Gelê Bakûr ji bo Rojava seferber bû
Gelê Bakûr ji bo Rojava seferber bû
Li navçeyên Bismila Amedê, Qosera Mêrdin, Çewlikê Sêrtê saziyên sivîl ên civakî ji bo gelê Rojava seferberiya kampanya alîkariyê da destpêkirin.
BISMIL
Li navçeya Bismila Amedê ji bo alikariya Gelê Rojava seferberî hat destpêkirin. Ji bo kampanyayê konê alikariyê li ber şaredariye hat avakirin. Ji bo banga alîkariyê li ber kon daxuyani hat dayîn. Di daxuyaniyêde Şaredara Bismilê Cemile Eminogu û gelek welatiyen din amade bûn. Wekila Şaradar Songul Kaptan, diyar kir ku ji ber şerê li herêmê gelê Rojava mahkûmî birçûbinê tên hiştin û ew jî ji bo piştgiriya gelê Rojava dê wekî gelê Bismilê alîkariyê bidin gelê Rojava.
Kampanya li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rezan, Sûr û Yenîşehîr û Peyasê hatiye destpêkirin berdewam dike. Kaptan, ani ziman ku ew li benda her kesî ne ku ji bo gelê Rojava alîkaiyê bide wan û gelê Rojava bi tenê nehêlin.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî heyeta ku ji endam ûrêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, karsazan pêk dihat li nava esnafan geriyan û ji bo gelê Rojava alîkarî xwestin. Endamên heyetê diyar kirin ku wan li Qoserê di bin navê "Roj roja yekîtiyê ye" dest bi kampanyayê kirine û xwesti bi taybetî alikariya zexîreyên zuha û hişk pêk bê.
ÇEWLÎK
Li Çewlikê jî Nûnerên saziyên sivîl ên civaki li Şaxa İHD'ê ya Çewlîkê têkildarî kampanya alîkariya Gelê Rojava civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir dest bi kampanyayê kirine. Nûnerên ÎHD'a Çewlîkê, Reveberên BDP'ê, KESK, Nûnertiya Endesyaran û xwendekarên zanîngehê (BUO-DER), MEYA-DER bi hevre dest bi kampanya alîkariyê kirin. Serokê ÎHDê yê Çewlikê Mehmet Can Înce, xwest her kes alîkariyê bi wan re bike.
AMED
Li Peyasê li ber Mala Gel a Mala Gazîleran ji bo alîkariya gelê Rojava daxuyanî hat dayîn û xwest her kes alîkariyê bide gelê Rojava
SÊRT
Li Sêrtê jî di pêşengiya Şaredariyê de kampanya alîkariyê hat destpêkirin. Têkildarî kampanya ku ji aliyê 25 saziyên sivîl ên civakî ve hat destpêkirin li ber avahiya Şaredariyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de şeredar û endamên meclîsa şadedariyê, Rêveberên BDP, ÎHD, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, HDK Odeya Tabîban, Baroya Sêrtê, NÇM, TUHAD-DER, KESK û Odeya Sinhetkar û Esnafan, Hilberînerên Fistiqan û gelek sazî û komeleyên din amede bûn.Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan seferberî dest pê kiriye û xwest her kes alîkariyê bide gelê rojava.