Gelê Bakur 10 kamyon alîkarî şand Rojava

Gelê Bakur 10 kamyon alîkarî şand Rojava

Di çarçoveya pêngava piştgiriya bi koçberên Şengalê re ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daye destpêkirin, duh di deriyê sînor ê Nisêbînê re 10 kamyon alîkarî derbasî Rojava bûn.

Bi hevkariya Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava û Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya duh 10 kamyon alîkarî ku ji aliyê gelê Kurd ên Cizîrê, Qoser, Nisêbînê, Şemrex, Yekîtiya Mamosteyan a Mêrdînê hatibûn berhevkirin, di deriyê sînor ê Nisêbînê re derbasî bajarê Qamişlo bûn.

Alîkarî ji şîrê zarokan û pêdiviyên wan, rûn, ard, madeyên xwarinê, cil, pêlav, xalî, lîstikên zarokan, sarincan navê û pêdiviyên razanê pêk dihatin.

Hevşaredara Mêrdînê Necla Yildirim diyar kir ku pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî ji koçberan re erka her kesî ye û bang li gelê Kurd kir ku alîkariya koçberên bikin û pêdiviyên wan peyda bikin.

Yildirim wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê bi êrîş û kiryarên xwe yên li dijî Şengal û herêmên Başûrê Kurdistanê hewl didin di navbera pêkhateyên herêmê de tevlîheviyan derbixin û bi navê îslamê komkujiyan pêk bînin."

Yildirim hemû aliyên ku rola wan di derbasbûna alîkariyan de hebû û Rêxistina Rojava spas kirin.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Rêxistina Rojava Hember Hesen spasiya gelê Bakurê Kurdistanê kir û bang li hemû rêxistinên mirovahî kir da ku piştgirî û alîkariyê bidin gelê Rojava û koçberên Şengalê.

Alîkarî ji kamyonan hatin derxistin û bi wesayîtên veguhestinê yên Rêxistina Rojava birin bajarê Qamişlo da ku li koçberan werin belavkirin. 

Li gorî aliyên Bakurê Kurdistanê, heta ku hemû pêdiviyên koçberan werin peydakirin wê pêngava piştgiriya bi wan re dewam bikin.