Gelê Îranê: Êdî demê reformîst û muhafazekaran qediya!

Çalakiyên gelê Îran û Rojhilatê yê li dijî polîtîkayên zextê û terbiyekirina bi birçîbûnê ya li dijî rejîma Îranê dabûn destpêkirin, îşev jî li gelek bajarên welat dewam kir. Di hedefa çalakiyan de reformîst û muhafazekar hebûn.

Çalakiyên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê yê li dijî polîtîkayên zextê û terbiyekirina bi birçîbûnê ya li dijî rejîma Îranê dabûn destpêkirin, îşev jî li gelek bajarên welat dewam kir.

‘ÊDÎ DEMÊ WE QEDIYA’

Di çalakiya dirûşmên “Bimre dîktatorî”, “Qatil Xamneyî”, “Kar, ked û azadî” û “êdî demê reformîst û mûhafazekaran qediya” hate qîrkirin de, tim dirûşmên li dijî otorîteriya olî ya Îranê ya Alî Xamneyî û malbata Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî hatin qîrkirin.

LI TEHRANÊ ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ

Li bajarê Tehranê yê ku yek ji navenda herî zêde çalakî lê xurt e, bi hezaran welatiyên li ser Rêya Azadî, Rêya Karîger û Qada Înqîlab kom bûn bang li polîsan kir ku li gel daxwazên gel cihê xwe bigirin.

PARÊZGEHA SINE LI SER LINGAN E

Li Rojhilat îro navnîşana serhildanê ya girseyî parêzgeha Sine bû. Bi hezaran welatiyên li Sine kom bûn bi qîrkirina strana Hunermendê Kurd Nasir Razazî çalakiyên xwe domandin.

LI KIRMAŞANÊ ÇALAKÎ HEBÛN

Li parêzgeha Kurdan a ji roja destpêk ve çalakî lê xurt e Kirmaşan, îro jî navnîşana çalakiyan bajarê Şahabad (Îslamabad) bû.

LI LORISTANÊ ÇALAKIYA DAXISTINA KEPENGÊN DIKANAN

Li parêzgeha Loristan a beriya çend rojan di çalakiyan de 2 welatî hatibû qetilkirin, li bajarê Dirûdê jî tevahiya rojê çalakiya daxistina kepengên dikanan û sekinandina wesayîtan hebû.

LI ÇAR ALIYAN ÇALAKÎ HEBÛ

Çalakî li gelek bajên welat dewam dike, îro di saetên şevê de li parêzgeha Raşd a dikeve bakurê Îranê, bajarê Fûlarşar a Esfehanê, parêzgeha Hemedan, parêzgeha Şiraz, bajarê Mescîd Suleyman a girêdayî Eyaleta Xuzistan, bajarê Gewherdeşt ê girêdayî Kerecê, parêzgeha Ebadan û parêzgeha Ehwazê deh hezar kes daketin qadan.

LI ERDEBÎD 40 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Yek ji parêzgeha ku herî zêde xwepêşandan lê geş Eredbîl bû. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokê Dadgeha Şoreşê ve hate kirin 40 çalakvan hatin binçavkirin.

ÎNTERNET HATIYE QÛTKIRIN, TEVNÊN CIVAKÎ QEDEXE NE

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê lig elek bajaran her ku diçe çalakî belav û geş dibin, ji ber qûtkirina torên înternet û qedexekirina tevnên civakî yên mîna Telegram û Îstagram agahiyên bi tendurist nayên girtin.