Gel nehişt ji DAIŞ re eyar bên komkirin

Gel nehişt ji DAIŞ re eyar bên komkirin

Komeleya Mustazaflar a Mersîn xwest eyarên sewalan kom bike gel bi gotina, "Hûn ji bo DAIŞ kom dikib” nerazîbûn nîşan da û endamên komeleyê ji taxê qewitand.

Li navçeya Tarsûs a Mersînê gel bi sedema eyarên qurbanan ji çeteyên DAIŞ re tên komkirin, endamên Komeleya Mustazaflar ji taxê qewitandin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, li Taxa Tozkopran Zahît a Tarsûs endamên Komeleya Mustazaflar îdîa kirin ku ji Qeymeqamtiyê destûr wergirtine û xwestin eyarên qurbanan kom bikin.

Niştecihên taxê jî diyar kirin ku wê eyarên qurbanan ji bo DAIŞ bên komkirin û endamên komeleyê astengkirin. Di pevçûna ku rû da 6 kes birîndar bûn, endamên komeleyê ji taxê hatin qewitandin.