Gel dê bernamzetên HDP’ê diyar bikin

Gel dê bernamzetên HDP’ê diyar bikin

HDP’a bi şîara “ev hîn destpêke” derketî dika siyasetê, dê bernamzetên xwe yên ji bo hilbijartinên herêmî hemûyan bi pêşniyara gel diyar bike.

Partiya Demokartîka Gelan (HDP) ya ku ji berî çend rojan li Enqereyê kongra xwe bi slogana “ev hîn destpêkê” pêkanî xebatên xwe yên ji bo hilbijartinan didomîne.

Piştî ku komîsyonên xebatên hilbijartinên navendan diyarkirin, li navçe û bajaran jî xebatên komîsyonan dan destpêkirin.

WÊ LI TAXAN ANKETAN ÇÊBIKIN

Dema ku HDP’ê bernamzetên xwe diyar kirin, dê gel bingeh bigrin û amêrên cuda cuda da bi kar bînin. Ji bo vê yekê destpêkê anket tê. Di xebatên anketan de HDP bersiva  pirsa “ bernamzetek çawa?”  û ji bo hêviyên gel derbikevin pişt re jî pirsa “kî?” tê.

Hema bêje wê komîsyona hilbijartinê dê anketan li herderê pêkbîne. Ji bo vê yekê komîsyon bi gelek beşên civakê yên wek girseyên demokratîk, Jin , ciwan, ekolojî û rêxistinên LGBTİ, bewariyên cuda û rêxistin û kesên  gel temsîl dikin li gel  esnaf, akademisyen, nivîskar, hunermend û gelek beşên din yên civakê re dest bi hevdîtinan kirin.

Di van hevditênên xwe de dixwazin bizanibin ku ka daxwaza gel ji rêveberiyên herîmî çine.

LI SÊ NAVENDAN RAYA GISTÎ TÊ LÊKOLINKIRIN

Li milê din HDP’ê bi komîsyonek ji akademîsyena û pisporan pêk tê li Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê dest bi xebatên lêkonîna raya giştî kirin. Bi vê xebatê re dê li 10 navendan xebatên fîzîbîlîteyê bidin meşandin.

Di dama ev xebat didome, heya 1’ê Kanûnê kesên ku dixwazin bibin bernamzet dikarin serlêdan bikin.