Gaziyên Kurdistanê: 'Em amade ne li her cihî gelê xwe biparêzin'

Gaziyên Kurdistanê: 'Em amade ne li her cihî gelê xwe biparêzin'

Li hemberî êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ, endamên Yekîtiya Gaziyên Kurdistan diyar kirin ku her kêlî amade ne li hember êrîşên li ser xaka Kurdistanê gel û axa xwe biparêzin. Gaziyên Kurdistanê, bang li tevayî ciwanên Kurd kirin da ku di nav têkoşîna li hember êrîşên li dijî gel û xaka Kurd li ber xwe bidin û tevlî nav têkoşînê bibin.   

Endamên Yekîtiya Gaziyên Kurdistan li dijî êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ, nêrînên xwe bi ANF’ê re parve kirin. Endamê Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê Gelî Serhed diyar kir ku êrîşên li ser Şengalê ji berê ve diyar bû û gotina xwe wiha domand; “Bêguman piştî mudaxeleya Mûsilê ev dihat zanîn. Ev ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve jî dihate zanîn ku dê erîşek li ser Şengalê çêbibe. Ji ber vê yekê her çiqas tevger di vê der barê de hişyarî jî kiribe û her tim bangawaziya parastina hevbeş kiribe jî her tim ev yek ji aliyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve nehat qebûlkirin.” 

PKK BERXWEDANEK MEZIN NÎŞAN DIDE

Serhed ani ziman ku tevî vê yekê jî PKK ketiye Şengalê û bi berxwedaneke mezin çeteyên DAIŞ têk biriye. Serhed wiha domand, “Di vir de plan pir berfireh bû, mirov dikare bişibîne komploya 99’an a ku li hemberî Rêber Apo çêbûye. Çawa ku di wê komploye de destên hemû hêzên desthilatdarên navneteweyî têde hebû îro jî heman hewldan berdewamin.”

Serhed bal kişand ser êrîşên Şengal û Rojava û wiha axivî: “Çawa di komploya 99’an de xwestin di şexse Rêber Apo de tevgera azadiyê têk bibin, îro jî bi êrîşên li hember Şengal û Rojavayê Kurdistanê  dixwazin rûmeta gelê Kurd bişkînin.”

EV ÊRÎŞ PLANEK NAVNETEWEYÎ YE

Piştî Gelî Serhed, Şoreş Serhed jî bilêv kir ku ew her tim li kêleka gelê xwe ne û şervanên azadiyê jî dê biçin her parçeyên Kurdistanê û wê bikin yek Serhed got, “Em amade ne di hemû şert û mercan de gelê xwe biparêzin. Îro çeteyên DAIŞ bi rêbazekî sîstematik êrîşî gelê Kurd dike, ev planekî navneteweyî ye.  Lê belê ev plan ji aliye hêzên HPG û YPG’ ve vala hat derxistin.” Serhed destnîşan kir ku gerîla xwîn rijandiye û xwe paşve nakişîne.

MUDAXELEYA PKK PLAN XERA KIRIN

Endamê Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê Welat Serhed jî da zanîn ku li hember gelê Kurd di dîrokê de her tim planên desthilatdaran hebûye û niha jî ev yek bi DAIŞ’ê berdewam dike.” Serhed bilêv kir ku taybet li ser Kurdên Apoyî vê planê dimeşînin û gotinên xwe wiha domand, “Niha jî çeteyên DAIŞ’ê gihandin hev û  bi serî jêkirinan polîtîkayeke li ser çavtirsandinê hatiye afirandin.”

Serhed bal kişand ser berxwedana PKK’ê û destnîşan kir ku mudaxeleya PKK’ê ya Şengalê ev plan xera kir. Serhed li ser alîgirên dijminên Kurdan jî sekinî û wiha axivî “Tevî wan aliyeke ku navê wan Kurd e jî lê her tim li dijî berjewendiyên Kurdan li rex dijmin cih digrin dîsa ev rola xwe lîstin. Berjewendiyên Eşîrî û malbatî ji bo van kesan girîng e.”

DIVÊ CIWAN TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BIBIN

Serhed got ku gelê Başûrê Kurdistanê bang li PKK’ê kiriye, PKK li ser vê yekê ketiye başûr û mudaxeleyî çeteyan kiriye. Serhed li ser hêza ku PKK derxistiye holê jî sekinî û da zanîn ku qetlîama li ser gelê Êzîdî bi çûna PKK’ê ya Şengalê ji holê rabû. Di dawiye de Serhed, bi taybet ji ciwanên ku ji Şengalên çûne xwest vegerin Şengalê, bang li hemû ciwanan kir û wiha got; “Ciwanên ku dikarin çek bigirin pêwîst e tevlî vî şerê dîrokî bibin. Hesabên malbatî û eşîrî ne girîng e. Ev mijareke neteweyî ye.”