'Gaza îsotê nefiroşin Tirkiyeyê!'
'Gaza îsotê nefiroşin Tirkiyeyê!'
'Gaza îsotê nefiroşin Tirkiyeyê!'
Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH) bang li welatên hilberîner kir ku gaza îsotê nefiroşin Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya federasyonê ya li ser mijarê de hat ragihandin, ku ji 28'ê Gulanê roja destpêkirina bûyerên Parqa Gezî û vir ve, polêsên Tirk gaza îsotê bêsînor bikar tînin û ji welatên hilberîner xwest, vê gazê nafiroşin Tirkiyeyê.
FIDH destnîşan kir, ku eger ev banga wan li ber çavan neyê girtin û gaza îsotê bi heman rengî ji Tirkiyeyê re bê firotin, wê ev welat û kargehên hilberîner bibin "hevkarê sûcê bikaranîna bêsînor a gaza îsotê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gaza îsotê di nava çekên kîmyewî de cih digire û hat destnîşankirin, ku ji 15'ê Hezîranê û vir ve di bûyerên li Tirkiyeyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, nêzî 7 hezar kes birîndar bûne, ji van birîndaran rewşa 68 kesan girane û gelek kes hatine girtin.