"Gava me li Erdogan guhdarî dikir me got, gelo çi dibe"
"Gava me li Erdogan guhdarî dikir me got, gelo çi dibe"
"Gava me li Erdogan guhdarî dikir me got, gelo çi dibe"
Şandeya Aqilmendan, civîna doh a bi rayedarên hukûmetê re pêk anîn, kêm dîtin. Prof. Dr. Dogû Ergûl, axaftina Erdogan bêçarçove dît û ji ber ne avêtina hin gavên demokratîkbûyînê Serokwezîr rexne kir. Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî destnîşan kir ku Erdogan bi nêzîkatiya xwe moralan xera dike.
Ji Şandeya Aqilmendan Prof. Dr. Dogû Ergîl û Seroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Piştgiriya Huqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TUHAD-FED) Zubeyde Teker, behsa civîna bi Erdogan re kirin.
ERGÎL: AXAFTINA ERDOGAN BÊ ÇARÇOVE BÛ
Enadmê Koma Anatoliya Navîn a Şandeya Aqilmendan Prof. Dr. Dogû Ergîl ji ANF'ê axivî û rexne li axaftina civîna duh a bi Serokwezîr Erdogan re kir. Prof. Dr. Ergîl got, "Axaftina Erdogan bê çarçove bû. Ji ber alîkariya me ya li vê pêvajoyê spasiyên xwe pêşkêş kir û li pêşniyarên me guhdarî kir. Der heqê pêvajoya ji niha û pê ve de ti daxuyanî neda. Tişta ji raporan derket holê ew bû, ku ev pêvajo zelal bimeşe, bi piştgiriya hemû partiyên li parlamentê û civakê were meşandin. Erdogan der heqê vê de ti mesaj neda."
Prof. Dr. Ergîl diyar kir ku aştî bi tenê "agirbesta aliyên çekdar" nîne û got, "Aştî, şertên hemû civakê bi danûstandinan li ser li hev kiriye û dilsoziya bi van pîvanan re ye; vîna jiyana bi hev re ye. Ji vê lihevkirina navbera aliyên çekdar re, mirov nikarin bêjin aştî. Şert û pîvanên jiyana bi hev re divê werin destnîşankirin, ev jî vîneke kolektîf e. Dibe ku afirînerê vê siyaset be, lê xebatkarê vê civak bi xwe ye. Pêwîste her kes, her kom weke vîna rûmetdar û damezrîner bê dîtin."
Prof. Dr. Ergîl anî ziman ku wî di civînê de ji Erdogan re behsa vê kiriye û got, "Min jê re got, eger em aştiyê bi vî rengî nebînin, rewşa agirbestê ya li herêmê wê şaş û demborî be. Ji ber vê yekê divê ev têgihiştin were afirandin û aştî bi rêya demokrasiyê bi pîvanên demokrasiyê yên herkes karibin li ser li hev bikin, were avakirin. Aştiyek bi têgihiştineke teng, me nabe ti deveran. Min ji Erdogan re got, divê têgihiştineke berfirehtir a aştiyê, serdest bibe."
"DI ŞÛNA HÊZÊN STATUKOYÊ DIPARÊZIN DE, KADROYÊN NÛ DIVÊ"
Prof. Dr. Ergîl ragihan ku pirsgirêka Kurd bi guhertinên "şoreşeke demokratîk" dikare çareser bibe û anî ziman ku wî ji Erdogan re pêwistiya guhertinên saziyî û biyenatî aniye ziman. Ergîl got, "Ji bo van guhertinan kadro divê. Burokrasiya dewletê li ser bingeha parastina statukoyê hatiye danîn. Dîsa profesorên li unîversîteyan hatine bicihkirin, bi gotina "zilamê me ne" ji mirovên netewperest tên hilbijartin. Bi giranî mirovên hewl didin sîstemê biparêz in. Burokrasiya dewletê jî xwe bi gotina Enqerê ve girêdayî ye. Sîstemê, unîversîte û burokrasiya ava kir, bi carekê li pêşberî xwe dît. Ji bo aştiyek li Anatoliyê, divê ev hemû li ber çavan werin girtin."
"GAVA ME LI ERDOGAN GUHDARÎ DIKIRIN, EM MATMAYÎ MAN"
Prof. Dr. Ergîl li hemberî nêzîkatiya neyînî ya Erdogan a li mijarên benda hilbijartinê û perwerdeya zimanê dayikê nezîbûn nîşan da û got, "Gava wî ev dianî ziman, me ji xwe re digot, gelo çi bi serê me de tê. Ji ber ku yek ji şertên demokratîkbûyînê tevlêbûna civakê ye. Benda ji sedî 10'an li pêşiya vê asteng e. Bi qasî min jê fêm kir, partiyeke deshilatdar a ji temsîlkariya beşên dorfireh ên civakê naxwaze. Vê me matmayî hişt. Nêzîkatiya Erdogan, nêzîkatiya hukûmetê ya li mijara zimanê dayikê jî hinekî xumamî bû. Erdogan girîngiyê dide ankêtan û li gorî wê helwestê nîşan dide. Dibe ku li gorî xwe rast dike. Lê di heman demê de dibe ku şaşiyê dike."
TEKER: HELWESTA ERDOGAN RÊ LI BER TENGAVIYÊ VEKIR
Endama Koma "Anatoliya Rojhilat" a Şandeya Aqilmendan Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî da xuyakirin ku hin beşên axaftina Erdogan divê werin rexnekirin û got, "Tevî ku min mafê axaftinê xwest jî, bi sedema dem kurt e neda. Erdogan piştre ji ber nedayîna mafê axaftinê, lêborîna xwe xwest. Lê belê di axaftina wî de hin nuqte hebûn, ku em pê demoralîze bûn. Hem digot ewê pêvajoya çareseriyê di çarçoveya raporên wan de bimeşînin, hem jî diyar kir ku çêkirina bendava û qereqolan wê dewam bike û li dijî zimanê dayikê helwest nîşan da. Hêvîdarim ku piştî rapor xwend, wê xwe biguherîne."
Teker anî ziman ku kêmasiyek bû ku Erdogan behsa projeyên xwe nekir û anî ziman, "Der heqê pêvajoya çareseriyê de got, 'em van' nakin. Lê negot ewê çi bike. Mînak, got mijara zimanê dayikê wê di destûra bingehîn de cih negire." Teker ragihand ku ew bi keça Erdogan Summeye Erdogan a di civînê de ji bavê xwe re şêwirmendî dikir re hevdîtin kiriye û ji wê re jî aniye ziman ku civak demokrasî û mafên mirovan dixwaze û eger daxwaza Kurdan li ber çavan bê girtin, wê demê wê pêvajo bi pêş ve biçe.
"ZIMANÊ HUKÛMETÊ DIBE SEDEMA HELWESTEKE NEYÎNÎ"
Teker axaftina xwe weha dewam kir: "Pewîste zimanê hukûmet di pêvajoya çareseriyê de bikar tîne, zorê nede hesasiyetên gel. Ev ziman û helwestên neyînî di nava civaka hinekî ji dewletê dûr ketiye, rê li ber helwesteke negatîf vedikin. Ziman û axaftinên bi vî rengî, dikare rê li ber provokasyonan vekin. Û eger ev rû bide, wê hukûmet di warê pêvajoyê de tengav bibe. Gelekî girîng e ku gavên ji bo dema kin a di raporan de hatine destnîşankirin, bên avêtin. Kurdên hem li nava tevgera azadiyê hem jî li derveyî vê tevgerê, daxwaz kirine ku Birêz Ocalan serbest were berdan. Ji aliyê herkesî ve êdî Birêz Ocalan weke "Lîderê Gel" tê qebûlkirin. Her weha ji bo baweriya beşên cûda li pêvajoyê, rol û bandora Birêz Ocalan gelekî girîng e."
"ASTENGKIRINA HEVDÎTINA ME BI OCALAN RE, KÊMASÎ YE"
Teker da xuyakirin ku ji ber nekarî bi girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, raporên wan amade kirine ne li gorî dilê wan e û got, "Ji bo ev kêmasî çareser bibe, çûyîna nûnerên koman a Îmraliyê û parvekirina van raporan bi Birêz Ocalan re, gelekî girîng e."
Teker xwest, di mijarên xwezaya Kurdistanê de divê serî li nêrîna gel were dayîn û dest ji projeyên zerarê didin xweza û nirxên dîrokî were berdan. Teker got, "Pêwîste pêşniyarên li ser pêkanînên qereqol û cerdevaniyê yên di raporê de hatine destnîşankirin, tavilê bicih werin anîn."
Teker li hemberî zextên li xwendekarên Kurd ên li unîversîteyan tê kirin jî nerazîbûn nîşan da û got, "Divê li unîversîteyan di vî warî de reformên ciddî bên kirin. Ev kadroyên provokator, asîmîlekar û zextdar ên li unîversîteyan divê werin dûrxistin."
Teker da xuyakirin ku weke Koma "Anatoliya Rojhilat" a Şandeya Aqilmendan wan biryar dane xebatên xwe dewam bikin û ewê mehê carekê li hev kom bibin û xebatên xwe binirxînin.