Gardiyanan hewl da girtî bixenîqînin

Girtiyên bi navê Reşît Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê tê girtin, da xuyakirin ku gardiyanan hewl daye wî bixeniqînîn.

Girtiyên bi navê Reşît Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê tê girtin, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku ew ji aliyê gardiyanan ve hatiye îşkencekirin.

Di hevdîna bi rêya telefonê re Îlhan diyar kir ku gardiyanan hewl daye ku wî bixeniqînin û got: “Hevalê min ê kawîşê Hamza Arzûman jî birin jorê. Piştî ku ew birin jorê, gardiyanan li min îşkence kir. Qirika min girtin û şidandin. Hevalê min Hamza ji jor xwe ji destê wan xilas kir û bi hewara min de hat. Hevalê min ez ji xenîqandinê rizgar kirim.“