Gabrîel xwest Kurdan dîsa bike qurban, lê ew jî bi kêr nehat!

Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel, hem beriya serdana Enqereyê hem jî di dema hevdîtinan de hewl da dilê rejîma AKP'ê xweş bike, lê van daxuyaniyên wî jî rêya li Încîrlîkê venekir. Gabrîel bi destvala ji Enqereyê vedigere.

Serdana li ser krîza Încîrlîkê ku Elmanya jê bi hêvî bû, îro opêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel çû Enqereyê û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re rûnişt. Piştî hevdîtinê her du jî derketin pêşberî çapemeniyê. Gabrîel bal kişand ser endametiya Tirkiye û Elmanyayê ya NATO'yê û got, "Li dijî terorê em bi hev re têdikoşin. Her du welat hevkarên mezin ên bazirganiyê ne. Em dixwazin yekîtiya gumrukê xurt bikin. Ji aliyê çandî ve jî têkiliya her du welatan bi hev re heye. Di vî warî de em dixwazin hin tiştan bikin. Em li ser axivîn, ku di asta Ewropayê de nebe jî, em dikarin pêkanîna vîzeyê ya ji bo zanyaran û karsazan hêsan bikin."

Gabrîel anî ser wê yekê ku Tirkiye û Elmanya li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hev re têdikoşin û wiha dewam kir: "PKK ji sala 1993'an û vir ve qedexe ye. Em ê li Elmanyayê derfetê nedin PKK'ê. Bi sedema ku pêwendiya xwe bi PKK'ê re heye, 4500 kes ketine ber lêpirsînê."

EW 4500 KES KÎ NE?

Balkêş e Gabrîel di dema axaftina xwe de hejmara 4500 anî ser ziman. Ku Serokkomarê Tirk Erdogan gelek caran gotibû, wan dosyayên ji 4500 navê kesên pêwendiya xwe bi PKK'ê re heye radestî Serokwezîra Elman Merkel kirine. Balkêş e ku Gabrîel jî got, "4500 kes ketine ber lêpirsînê."

Wezîrê Karên Derve ragihand, ku di hevdîtinê de mijara sereke meseleya Încîrlîkê bû û got, "Me ji aliyê Tirk re got, ku aliyê Elman naxwaze vê mijarê bike rojevê. Lê belê gotin, ku niha serdana ji bo Încîrlîkê ne pêkan e. Ji ber vê yekê xemgîn im. Ez vê yekê bi siyaseta hundirîn ve girê didim. Lê belê artêşa Elman artêşeke parlamentê ye. Birina yekîneyên li vê derê ji bo cihekî din, wê neyê wateya nebaşbûna têkiliyan. Em ji vir derkevin jî em ê li Konyayê dewam bikin. Û em dikarin têkiliyên xwe bi vî rengî jî bi başî bimeşînin.

Di mijara Încîrlîkê de planeke zelal nîne. Ji aliyê siyaseta hundirî ve me fêhm kir ku Tirkiye wê destûrê nedin me. Di vî warî de em ê li ser destûra wezîfeyê ya ku parlamentê daye, bisekinin. Piştî nirxandina xwe em ê careke din bi aliyê Tirk re baxivin. Em dixwazin vê mijarê bi rengekî aştiyane çareser bikin."

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû jî der barê mijarê de got, "Em niha ji bo Konyayê axivîn. Der barê Încîrlîkê de rewşeke erênî rû neda. Eger têkilî baş bibin, di dema pêş de ew jî dikare pêk were. Em her tim ji Elmanyayê re bûn alîkar. Niha di nava van şert û mercan de ne pêkan e. Min ragihand, ku em dixwazin bi Elmanyayê re vegerin wan rojên xweş ên berê."

Malpera înternetê ya Elmanya Der Spîegel ragihand, ku Gabrîel wê bi destvala ji Enqereyê vegere û di demeke nêz de leşkerên li Încîrlîkê wê vekişin.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim jî hevdîtina xwe ya bi Gabrîel re betal kir.