Fûnda Encu: Em tiştekî ji dadgeriya Tirk hêvî nakin
Fûnda Encu ku kekê wê yê 16 salî Serhat Encu di komkujiya Roboskî de hate kuştin, anî ziman ku wê ti carî dest ji kujeran neqerin lê belê ti hêviyê ji dadgeriya Tirk nakin.
Fûnda Encu ku kekê wê yê 16 salî Serhat Encu di komkujiya Roboskî de hate kuştin, anî ziman ku wê ti carî dest ji kujeran neqerin lê belê ti hêviyê ji dadgeriya Tirk nakin.
Di komkujiya Roboskî de piraniya wan zarok 34 ciwanên Kurd roja êvara 28'ê Kanûna 2011'an ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin. Yek ji van ciwanan jî Serhat Encu yê 16 salî bû. Serhat Encu birayê Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu ye ku niha li girtîgehê ye. Xwişka wan Fûnda Encu ku wê wextê 15 salî bû, dike nake nikare dîmenê dawî yê kekê xwe Serhat Encu ji hişê xwe derxîne. Fûnda Encu got, "Serhat ciwanekî gelekî fedakar bû. Ji ber ku bavê min nexweş bû, ji bo Ferhat û Velî bide xwendin, ji bo debara malê bike, lîse di nîvî de hişt. hefteyê 3-4 caran bazirganiya li ser sînor dikir. Tevî wî emrê xwe yê biçûk barê malê li ser milê wî bû. Eger em îro dikarin bixwînin, ev yek bi saya keda kekê min Serhat e."
'DEMA BAVÊ MIN XWE GIHAND WÎ, EW SAX BÛ'
Fûnda, di şeva bomberdûmanê de tevî dayika xwe çû cihê bûyerê û anî ziman ku kekê wê Serhat ê bi saxî ji komkujiyê filitî ji ber astengkirina hatina ambûlansan jiyana xwe ji dest da.
Fûnda Encu li gel barandina hêstiran got, "Dema ku bavê min çû cihê bûyerê, kekê min hê sax bû" û wiha dewam kir: "Wê şevê me ji qeymeqam heta walî, heta qereqola sînor, telefon li her kesî hate kirin lê kesî venekir. Nehiştin ambûlans bê. Halbûkî kekê min ji lingê xwe û serê xwe birîndar bû. Tiştekî kesk mîna kîmyasalê avêtibûn wan. Ew şev mîna kabûsê bû. Bedena xalê min parçe bûbû."
FERHAT GIRTÎ YE, KUJER LI DERVE NE
Encu bi bîr xist ku di ser komkujiyê re 6 sal derbas bûne lê hê jî edalet bi cih nehatiye û destnîşan kir ku li şûna cezakirinê xelat ji kujeran re tê dyain. Fûnda Encu diyar kir ku êdî ti bendewariya wan ji dadgeriya Tirk nîne û got, wê qebûl nekin ku dosya komkujiyê bi biryara neşopandinê were girtin.
Encu da zanîn ku hikumeta AKP'ê bi salane hewl dide kujeran veşêre û got, "Tayyîp Erdogan sê roj piştî komkujiyê qala tazmînatê dike. Ya ku ji dest çû can e, hûn çawa dikarin qala tazmînatê bikin?"
Encu anî ziman, li şûna cezakirina berpirsyarên komkujiyê, niha kekê wê Ferhat Encu hatiye girtin û got, "Kekê min Ferhat jî, ku li Cizîrê 10 rojan ji ber bomberdûmanê asê ma, ji ber ku alîkarî da gelê xwe, girtî ye. Kujerên Serhat jî li derve bi rehetî ji xwe re digerin."
Fûnda Encu diyar kir ku dosya çûye ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ew li benda bersiva ji wir in û got, "Me ne ji kêfa bazirganiya li ser sînor dikir, ji neçarî me dikir." Encu destnîşan kir ku wê dest ji kujeran neqerin.