Fransa û Avûstûrya ji bo Efrînê li qadan e

Li Fransa û Avûstûrya êrîşa dagirker a li ser Efrînê hat protestokirin. Di çalekiyên Berxwedana Serdemê hate silavkirin de, bang li Ewropa hat kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wan ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê protesto bikin meşiyan.

Li pêşiya meşa di bin rêveberiya Platforma Xwedî li Efrînê derkeve bê kirin de, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li qada Republiqe kom bûn û dirûşmên ‘Qatîl dîktator, hevkarê Erdogan Ewropa’ berz kirin.

Li Qda Chatletê mîtîng hate lidarxistin, bang li welatên Ewropa hate kirin ku xwedî helwest bin.

Di çalekiyê de bal kişand ser şoreşa li Rojava şoreşa Jinê ye, banga 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana Efrînê li qadabin hate kirin.

GRAZ

Kurdistaniyên li bajarê Graz a Avûstûrya jiyan dikin, li Hauptplatz êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê bi mîtîngekê protesto kirin.

Di axaftinên çalekiyê de hatin kirin, hat diyarkirin, artêşa Tirk bi hevkariya DAİŞ’ê êrîşên dagirker li ser Efrînê pêk tîne û bal kîşand ser qetilkirina Sivîlan. Li Efrînê berxwedaniyek bê hempa tê kirin û hat destnîşan kirin ku divê ev berxwedan bê piştgirî kirin.

Di çalekiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hat belavkirin û xwendin bi raya giştî hat agahdarkirin.