Fransa: Tirkiye divê di derbarê mafê mirovan de karên baş bike

Li gorî daxuyaniya ji Fransa ya beriya serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a Fransayê hate kirin, hat diyarkirin ku divê di mijara mafê mirovan de ‘tiştên baş bê kirin’.

Fransa ya li hember pêkanînên dîktatoriya AKP’ê nêzîkatiyeke nerm û pasîv raber dike, ji beriya serdana Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku wê di hinek mijaran de peyamên baş bidin.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve Jean-Baptîste Lemoyen ê ji Sûd Radîo yê re axivî, bal kişand ser têkiliyên Yekîtiya Ewropa (YE) ya li gel Tirkiyeyê ya ku hatî rawestandin. Lemoyne destnîşan kir ku ev pêkanîn çavakaniya xwe ji îxlalên mafê mirovan ên hatine kirin digire.

Lemoyne destnîşan kir ku divê Tirkiye di qada mafê mirovan de tiştên baş bike, têkildarî tiştên bên kirin jî diyar nekir.

Lemoyne anî ziman ku Rojhilata Navîn û Sûriye di serî de pirsgirêkên bi nakok hene û diyar kir ku ji ber vê divê Tirkiye di nava diyalogan de be.

Wezîrê Karê Derve Jean-Yves Le Drîan jî anî ziman ku ne li gel wê ne ku bi temamî têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re qût bikin, anî ziman ku divê ev diyalog Tirkiye weke ‘hişyariyên angaman ên ji beriya niha di qada mafê mirovan ê beriya niha qebûl kirî de’ bigire dest . Le Drîan ê li Portekîzê di civîna Wezîrên Karê Derve yê YE’yê de axivî, destnîşan kir ku tevî ku rewşa xirab a li Tirkiyeyê qebûl kirine jî, îdîa kir ku welatiyên Tirkiyeyê ya ku Ewropa pişta xwe daye wan fêm nakin.