Fransa dixwaze li qada Iraqê vegere
Fransa dixwaze li qada Iraqê vegere
Fransa dixwaze li qada Iraqê vegere
Serokkomarê Fransayê François Hollande îro danê sibê di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de paytexta Iraq Bexdayê ziyaret kir. Hollande got, "Ez dixwazim têkiliyên di navbera Fransa û Iraqê de bigihêje asteke nû, lewma ez li vir im."
Serokkomarê Fransayê François Hollande sê roj beriya konferanseke navneteweyî ya bi mijara Iraqê ya li Parîsê, Bexda ziyaret kir.
Ev serdan bû serdana yekemîn a serokdewletî li Iraqê piştî destpêkirina hovîtiya DAIŞ'ê ya li Iraqê. Lewma weke serdaneke sembolîk nayê nirxandin.
Li gel Hollande Wezîrê Karên Derve Laurent Fabius û Wezîrê Parastinê Jean-Yves le Drian di serdanê de amade bûn.
Hollande yê bi Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm re hevdîtin kir diyar kir ku ew ji bo "bilêvkirina piştgirî û desteka Fransayê" ya ji bo hikûmeta nû ya Iraqê ya ku "Bi awayekî demokratîk ava bûye û dikare hemû pêkhateyên gelê Iraqê bîne cem hev" hatiye Bexdayê.
Hollande da xuyakirin ku piştevaniya Fransayê hem ji aliyê însanî hem jî ji aliyê ewlekariyê ve ye û got, "Iraq li dijî dijminekî, komeke terorîk a sînorên xwe nîne şer dike."
Hollande got, "DAIŞ ne tenê li hemberî Iraqê, dixwaze li dijî tevahiya gelên vîzyona cîhaneke li ser bingeha terorê qebûl nakin, dixwaze şer bike."
Hollande bibîr xist ku Fransa wê roja Duşemê li ser Iraqê konferanseke navneteweyî ya "aştî û ewlekariyê" lidar bixe û anî ziman ku gelek welat wê tevlî vê konferansê bibin. Hollande diyar kir ku armanca konferansê "koordînekirina çalakî û desteka ji bo yekîtiya Iraqê û têkoşîna li dijî vê koma terorîst e."
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm jî ku wê bi Hollande re konferansê birêve bibe diyar kir ku ev yek ji bo gelê Iraqê girîng e.
Hollande jî got, "Ez dixwazim têkiliyên di navbera Fransa û Iraqê de bigihêje asteke nû, lewma li vir im."
WÊ BIÇE HEWLÊRÊ Û ALÎKARIYÊN ÎNSANÎ RADEST BIKE
Hollande piştî hevdîtina bi Serokwezîr Haydar El Abadî wê biçe Hewlêrê, alîkariya însanî ya ji 15 tonî radest bike û tê payîn ku kampeke penaberan ziyaret bike.
Tê gotin ku Fransa bi vê serdana medyatîk re dixwaze bandora xwe ya dîplomatîk li qada Iraqê zêde bike. Fransayê di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê de diyar kiribû ku eger pêwîst bike ew ê karibin tevlî êrîşên hewayî bibe.
Ji meha Hezîranê dema dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê û meha Tebaxê dema destpêkirina êrîşên hovane yên li hemberî Başûrê Kurdistanê û vir ve, xuyaye Fransa di vê pêvajoyê de roleke aktîf digire ser milê xwe. Hollande ku popularîteya wî li welatê wî gelekî ketiye, diyare di polîtîka derve de rêyek cuda dişopîne.
Fransa ya ku tevlîbûna dagirkeriya Iraqê ya sala 2003'an re dkir, hêvî dike ku li qada Iraqê ya xwedî têkiliyên dîrokî ye, vegere.
Ji destpêka meha Tebaxê û vir ve Fransa alÎkariya însanî û çekan dide herêma Kurdistana Federal.