Forum li dijî komkujiya daristana ODTU’yê bûne yek dil
Forum li dijî komkujiya daristana ODTU’yê bûne yek dil
Forum li dijî komkujiya daristana ODTU’yê bûne yek dil
Forumên Stenbolê ku li Kadikoyê hatin cem hev, li dijî komkujiya daristana ODTU ku bi talîmata şaredarê Enqereyê Melîh Gokçek pêk hat, bûn yek dil. Bi dirûşemeya ‘Berxwe bide ODTU forum bi te re ne’ ji peykerê Boga heta Kuşdîlî Çayiri meşiyan û li vir li dijî hikûmeta AKP’ê dar çandin.
Bertekên li dijî komkujiya daristana ODTU her diçe mezintir dibe. Li dijî qirkirina daran, Forumên Stenbolê li Kadikoyê hatin cem hev û diyar kirin ku ew ji bo rantê dê desturê nedin komkujiya xwezayê. Bi sedan kes li pey pankarta ‘Berxwe bide ODTU Stenbol bi te re ye’ meşiyan û ji peykerê Boga, heta Bahriyeyê, hemû kolanên Kadikoyê meşiyan. Bê navber dirûşme hatin berzkirin.
Meşa ku li Kuşdîlî Çayiri bi dawî bû Koma Performansa Vava derket ser dîkê û ji aliyê temaşevanan eleqeyeke mezind ît. Hunermendê kolanê Nehîr jî bi xwepêşendana xwe ya eleqeyek mezin dît. Welatiyên dar çandin piştre reksa gelerî ya Behra Reş Horon lîstin.
POLÎS DI SEFERA VAPURÊ DE JÎ BÛ ASTENG
Li aliyê din bi armanca xwedî li Îskeleya Beşîktaş a Foruma Abbasaga derkevin û ji talana AKP’ê re bêjin êdî bes e, bi dirûşmeya ‘Îskele ya me ye’ di vapurekê de forum pêk anîn. Polîsan îskele xist bin ablukayê û bi sedan kesên li vapurê siwar bûn, diyar kirin ku ew li dijî polîtîkayên rastê yên AKP’ê têkoşînê bilindtir bikin.
Vapura ku ji Kadikoyê vedigeriya Beşîktaşê rastî astengiya polîsan hat. Polîsan berê Vapurê da Uskudarê.