BI DÎMEN

Firat: Tecrîd berdewamiya nefreta dîrokî ye

Şaredarê berê yê Xinûsê yek ji neviyên Şêx Seîd Hasan Basrî Firat got ku tecrîd berdewamiya nefreta dîrokî ya dewleta Tirk a li hemberî rêberên Kurd e.

TECRÎDA ÎMRALÎ

Siyasetmedarê Kurd ê li sirgûnê Hasan Basrî Firat diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwîstî bi pêşxistina çalakiyên xurtir heye û got, “Bêyî azadiya Rêber Apo pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin."

Şaredarê berê yê Xinûsê û yek ji neviyên Şêx Seîd Hasan Basrî Firat ji ANF’ê re axivî û got ku polîtîkaya tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîka û nefreta dîrokî ya dewleta Tirk a li hemberî rêberên Kurd e.

Firat got: “Em weke gel girîngî didin rewşa Rêber Apo. Ji ber ku em girîngî didin, dewlet vê pergala tecrîdê pêk tîne. Ev sê sal in em nikarin agahî ji Rêber Apo bigirin. Em nizanin bê ka sax e an ne jî. Dewleteke bêperwa û bêhiqûq e ku qanûnên xwe jî tune dihesibîne. Ne malbat û ne jî parêzerên wî nikarin mafên xwe yên qanûnî bikar bînin.”

Firat destnîşan kir ku gelê Kurd divê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir cidî bigirin dest û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk pirsgirêka Kurd weke dîrokî di şexsê rêberên Kurd de qedandiye û xeniqandiye. Hem rêberên Kurd îmha kirine hem jî pirsgirêka Kurd bi vî rengî tepisandine. Tenê rêberên me îmha nekirine, sembol, nav û gorên wan jî îmha kirine an jî hewl dane ji bîra civakê jê bibin. Ev dîroka wan e. Divê em gelê Kurd li ser vê dîrokê pir baldar bin.”

Firat diyar kir ku bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd pirsgirêka Kurd çareser nabe û anî ziman ku dewleta Tirk ji bo fetisandina pirsgirêka Kurd tecrîdê kûrtir dike. Firat got: “Em Kurd divê vê qebûl nekin, li dijî vê bi xurtî têbikoşin, ji ber ku dixwazin Kurdan tune bikin. Yekane heza ku li dijî îmhaya gelê Kurd li ber xwe dide û vê fedakariyê raber dike Tevgera Azadiya Kurd e. Dewlet jî vê dizane û li gorî wê nêzî Rêber Apo dibe. Gelê me divê li dijî vê têkoşînê mezintir bike. Belê, gelê me li ber xwe dide, têdikoşe lê divê ji bo azadiya Rêber Apo pêngavên sivîl û siyasî yên baştir pêş bixin. Heta ku Rêber Apo azad nebe Kurdistan azad nabe, divê em helwestek li gorî vê pêş bixin.”