Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Fîncanci: Ji ber îxmala desthilatdariyê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan

Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fincanci diyar kir ji ber îxmala desthilatdariyê li qadên erdhejê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane.

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fincanci û endamên konseya navendî, bi wesîleya 14'ê Adarê Cejna Tibê, kedkarên tenduristiyê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn.

Endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) û rêveberên Odeyên Tabîban ên Mêrdîn, Amed, Manîsa û Îzmîrê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Fîncancî, diyar kir ku ew ê di sîstema nû ya tenduristiyê ya gel û sosyalîst de israr bikin û got, “Tişta ku bi salan e em dibêjin, bi şewbê re eşkere bû. Me stûyê xwe xwar nekir û em ê nekin jî.”

Fîncancî wiha berdewam kir: “Di serdemên 'asayî' de jî divê ji rewşên awarte re amade bin, careke din me dît ku gel bi tena serê xwe hatine hiştin. Em bi salan e dibêjin lê Wezareta Tendirustiyê guh nedida ma, ji ber îxmala wan bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan.”