Fezlekeyên Wekîlên BDP’ê şandin meclîsa Tirk

Fezlekeyên Wekîlên BDP’ê şandin meclîsa Tirk

Piştî gotinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan fezlekeyên derbarê wekîlên BDP'ê ya di nav de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî hene şandin Meclîsê.

Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî mafê destnedayînê yên wekîlên BDP'ê, fezlekeyên derbarê wekîlên BDP'ê de amadekirin ji Meclîsê re şandin. Dozgeriyê derbarê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û wekîlên BDP'ê Sebahat Tuncel, Ozdal Uçer, Emîne Ayna û Nursel Aydogan de lêkolîn dabû destpêkirin.

Dozgeriyê ji ber bernameyên wekîl tevlîbûn de 5 fezleke amadekirin. Fezlekeyên bi daxwaza mafê destnedayînê yê wekîlên BDP'iyan bê rakirin ji aliyê Wezareta Dadê ve ji Serokwezîrtiyê re hatibûn şandin. Serokwezîrtiyê jî îro fezleke ji Serokatiya Meclîsê re şandin. Piştî fezleke li Komîsyona Karma ya Edaletê ya Makezagona Meclîsê hatin nirxandin û hatin dengkirn dê ji Meclîsê re bên şandin.