Festîvala Ciwan, Çand û Sporê ya Ewrûpayê dest pê dike

Festîvala Ciwan, Çand û Sporê ya Ewrûpayê di 14’ê Tîrmehê de li bajarê Den Haagê yê Hollandayê wê were lidarxistin.

Festîvala Ciwan, Çand û Sporê ya Ewrûpayê ya îsal ew ê li bajarê Den Haagê yê Hollandayê were lidarxistin. Ev festîval bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad bi şîara ‘Li dijî faşîzmê serî hilde û Rêbertî azad bike’ ew ê were lidarxistin.

Komîteya Amadekar a Festîvalê têkildarî amadekariyên festîvalê û xebatên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Kurdistan û enternasyonalîst hate kirin ku bila tevlî festîvalê bibin.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Modernîteya kapîtalîst îro bi awayekî hovane êrîşî Kurdistan û Rojhilata Navîn dike. Ciwan û jin dibin hedefa van êrîşan. Li hemberî van êrîşan divê em werin ba hev û coş û heyecana xwe bikin yek. Ev têkoşîn jî bi saya rêya Rêber Apo pêkan e. Ji ber ku di felsefeya Rêber Apo de rizgariya civakan heye.

Em ciwanên li Ewrûpayê jî dixwazin ken, heyecan, dans û govenda xwe bînin ba hev û bi coş par ve bikin. Di Festîvala Ciwan, Çand û Sporê ya Ewrûpayê de em ê bi giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê bibin yek û em ê mîrata Mazlûm, Alî Çîçek û Leyla Şaylemezan geştir bikin.

Em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî Festîvala Ciwan, Çand û Sporê ya Ewrûpayê bibin.

Di festîvala me ya îsal de Koma Zelal, Medî, Mûharrem û Ergîn Xelikan ew ê bi stranên xwe bi me re bin. Di heman demê de ew ê Koma Dansê ya Îrlandayê û govendên cihê cih bigirin.”