Fermandarê Qereqolê ji peywirê hat girtin
Fermandarê Qereqola Kamişli, ji ber ku li dij nuqteya lêgerînê ya ku talîmata wê hatibû dayîn ku di navbera gundên Sîneva-Beşpinat a Geverê bê avakirin, derketiye ji peywirê hat girtin.
Fermandarê Qereqola Kamişli, ji ber ku li dij nuqteya lêgerînê ya ku talîmata wê hatibû dayîn ku di navbera gundên Sîneva-Beşpinat a Geverê bê avakirin, derketiye ji peywirê hat girtin.
Fermandarê Qereqola Kamişli, ji ber ku li dij nuqteya lêgerînê ya ku fermana wê hatibû dayîn di navbera gundên Sîneva-Beşpinat a Geverê bê avakirin, derketiye ji peywirê hat girtin. Li herêmê leşker û cerdevan dîsa tên bicihkirin.
Tevgera leşkerî ya piştî provokasyonên li Mêrdîn, Oremar, Giyadin û Şemzînanê, li herêmê destpê kir didome. Bi taybet li xeta sînorê Colemêrgê ya Kurdistana Federal, yekîneyên taybet hatin sewqkirin û hat hînbûn ku cerdevan ji nû ve li qerekolan hatine bicihkirin. Hat hînbûn ku cerdevan gazî yekîneyên Şemzînan, Gever, Rubarok, Durî, Şîtazîn û Yekîkopru kirine û agahiyên nasname û çekên wan nû kirine. Derket holê ku rayedarên leşkerî ji cerdevanan daxwaz kiriye ku têkildarî stratejiya dema nû de agahiyan berhev bikin, herêmên operasyonê kontrol bikin û derkevin nobetê.
JI PEYWIRÊ HAT GIRTIN
Fermandarê Qereqola Kamişli Savaç Cezvecî bi hinceta ku li dijî avakirina qerekola di navbera gundên Sîneva –Beşpinarê de, ku bi talîmata Fermandariya Tugaya Geverê dihat avakirin, derketiye, ji peywirê hat girtin. Têkildarî Cezvecî ku ji gel re zehmetî dernedixist û li dij avakirina nuqteyên lêgerînê yên nû bû de, bi hinceta ‘li hember talîmatî bêîtîatî’ kiriye, du hefte berê ji aliyê yarbay ve ji qerekolê hat girtin û derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin û ji peywirê hat dûrxistin.
Piştî Cezvecî ji peywirê hat girtin, hat hînbûn ku di navbera Sîneva-Beşpinarê de welatiyên ji Geverê diçûn herêma Dostkî û Oremarê hatine lêgerînkirin.
Muxtgarê gundê Sîneva Kerem Ozcanan got ku fermandarê Qereqolê Cezvecî ji ber ku talîmata leşkeran neaniye cih ji peywirê hatiye girtin û got: “Me têkildarî mijarê de bi Qeymeqamtiya Geverê re hevdîtin kir. Qeymeqam got ku wê eleqedar bibe.”