Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo li Moskovayê ye
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo li paytext Moskova ya Rûsyayê ye.
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo li paytext Moskova ya Rûsyayê ye.
Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo li paytext Moskova ya Rûsyayê tevlî merasîmekê bûye û rêze civîn pêk aniye.
Li gorî agahiyên ANF’ê ji çavkaniyê pêbawer girtî, Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo, ji bo tevlî merasîmeke ‘Xelata Qehremaniyê’ ya ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê ve tê dayîn çûye Moskova. Hat ragihandin ku xelat ji ‘Fermandarên di şerê Sûriyeyê de qehremantî kirine’ tê dayin.
Li aliyê din hate diyarkirin ku Fermandar Sîpan Hemo bi cilên fermî yên YPG’ê ve tevlî merasîmê bûye.
Sîpan Hemo li gel merasîma xelatdayînê jî bi rêveberên Rûsiyayê re rêze hevdîtin pêk anîne. Lê hê aliyan daxuyaniyek fermî nedaye.