Fermandarê DAIŞ'ê yê Mebrûka hat kuştin

Fermandarê DAIŞ'ê yê Mebrûka hat kuştin

Di kemîneke ku YPG'ê ji çeteyan re danîbû fermandarê çeteyên DAIŞ'ê yê bajaroka Mebrûka ya rojavayê bajarê Serêkaniyê hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji Navenda Çapemeniya YPG'ê ya bajarê Serêkaniyê hatine wergirtin, beriya nîv saetê şervanên YPG'ê li derdora bajarê Serêkaniyê nêzî Girê Ebû Bekir li ser rêya Eliya ya 30 km li başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê kemînek ji çeteyan re danîn. Di encamê de emîrê DAIŞ'ê yê bi navê Ebû El-Xetab ku fermandariya şerê bajaroka Mebrûka bi rê ve dibir tevî 8 çeteyên din hatin kuştin.