Ferhat Tûnç: Em piştgiriyê bidin hev û li ber xwe bidin

Kampanyaya Rêveberiya Weşanê ya Nobedar ku ji bo Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin didome. Ferhat Tûnç nobed dewr girt û goti kesek wê nikaribe rastiyan binixumîne. Tûnç banga piştgirî û berxwedanê kir.

Kampanyaya Rêveberiya Weşanê ya Nobeder ku ji bo Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin di roja 56. de ye. Ferhat Tûnç û endamên desteya weşanê ya rojnameya mehane ya Dersîmê, nobed dewr girtin. Tûnç tevlî civîna nûçeyan a rojnameyê bû û der heqê serenavên nûçeyan pêşniyarên xwe kirin.

Tûnç diyar kir, piştevaniya li Ozgur Gundemê digihe heya salên 90’î, li gel ku 25 sal di ser re çûne jî zext û zordarî hê jî berdewam in. Tûnç got, "Dixwazin Ozgur Gundemê tenê bihêlin, çawa ku 7’ê Hezîranê HDP tenê hiştin" ragihand, girtina 3 kesên piştevanî bi Ozgur Gundemê re kirine, ne ya qebûlkirinê ye. Tûnç wiha pê de çû: "Qesta wan ew e ku piştevaniya li derdora Gundemê bidawî bikin lê hesin dikutin. Gundem weke duhî îro jî wê bi vê piştevaniyê xurt bibe. Ji ber ku bi ya min, nepêkan e ku karibin rastiyê binixumînin."

'LI DERDORA HELWESTA RÛMETDAR EM BIBIN YEK'

Hunermend Ferhat Tûnç anî zimên, Serokkamarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP li dijî hemû aliyên ku wan li dijî xwe dibîne polîtîkayeke tund a êrîşê didomîne û wiha bi nav de çû: "Piştevanî îro pir girîngtir e. Bi ya min pir girîng e ku li hemberî van êrîşan em pişta hev bigirin. Ji kîjan ramanê dibe bila bibe rejîma Erdogan gefeke mezin li azadiyan dixwe. Li hemberî vê tehdîtê her kes teqez divê peywira xwe bi cih bîne û nav û nîşana hevalên me yên li girtîgehê li holê ye û helwesteke pir rûmetdar nîşan dan. Li dor vê helwestê divê em bibin yek. Li hemberî zextan bi vê helwesta rûmetdar em dikarin rawestin."