Ferhat Encu: Wezîfeya me geşkirina hêvî û berxwedanê ye
Ferhat Encu yê girtî ye, der barê Komkujiya Roboskî de peyamek şand û got, "Wezîfeya me ew e ku li ber zalim û nebaşiyan serî netewînin. Geşkirina hêvî û berxwedanê ye."
Ferhat Encu yê girtî ye, der barê Komkujiya Roboskî de peyamek şand û got, "Wezîfeya me ew e ku li ber zalim û nebaşiyan serî netewînin. Geşkirina hêvî û berxwedanê ye."
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Ferhat Encu ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye, bi wesîleya salvegera 6. a Komkujiya Roboskî nameyek nivîsand.
Encu ku di komkujiyê de birayekî wî û 9 xizmên wî jiyana xwe ji dest dan, nameya xwe bi rêya parêzeran şand û anî ziman ku her roj heman komkujî pêk tên.
'BERPIRSIYAR LI SER KAR IN'
Encu got "Wek her komkujiyê di ya Roboskiyê de jî kiryar hatin pakkirin û terfîkirin" û anî ziman ku komkujî di dehlîzên tarî yên Enqereyê de hatiye nixumandin. Encu destnîşan kir ku ji bo wan tu hêleke Roboskiyê ya ku tarî mabe nemaye û berprisiyarên siyasî û leşkerî diyar in û hîn jî li ser kar in. Encu ragihand, ew li bendê ne ku berpirsiyar bên darizandin û wiha got: "6 sal in bi pêşengiya malbatên Roboskiyê gelê me û parêzvanên mafên mirovan têdikoşin. Heta niha der barê van kesên ku ji bo edalet û wijdanê têdikoşin de gelek lêpirsîn hatine vekirin. Gelek kes hatin girtin û cezayê pereyî li wan hatiye birîn. Tevî hemû çewisandin û derhuqûqiyan jî kesên berpirsiyarên komkujiya Roboskiyê nadarizînin 4'ê Mijdarê li hemberî vîna gel darbeyek pêk anîn û min girtin."
'DADGERÎ Û DESTHILATDARÎ BI HEV RE TEVDIGERIN'
Encu diyar kir ku bi girtina wî re desthilatdariyê careke din nêrîna xwe ya ji bo Roboskiyê nîşan daye û ev tişt got: "Dema mesele canê Kurdan û muxalifan be desthilatdarî û dadgerî bi heman ferasetê tevdigerin. Di dîrokê de gelek mînakên vê yekê hene. Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol, Alî Îsmaîl Korkmaz, Berkîn Elvan, Hrant Dînk, Tahir Elçî… Çimkî di feraseta dewletê de jîndarkirina mirov tune ye. Jîndarkirina dewletê heye. Ev feraseteke seqet e."
'EM HÊVIYÊ ZEXIM BIKIN'
Encu destnîşan kir ku li hemberî vana ya ku dikeve ser milê wan ew e ku li ber derhiqûqî û zordariyê rabin û bi van gotinan dawî li nameya xwe anî: "Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em li hemberî zaliman û xerabiyê serî netewînin. Geşkirina hêvî û berxwedanê ye. Çimkî berxwedan wijdan e, exlaq e. Mafekî demokratîk e. Bi vê baweriyê careke din ez di şexsê Komkujiya Roboskiyê de hemû kesên di komkujiyan de mirine bi hezkirin û hesretê bi bîr tînim. Kesên ev komkujî pêk anîne jî şermezar dikim."