Endamê KCDê û nunerê Dev Saglik-Îşê nivîskar Ferda Koç diyar kir ku li Tirkiyeyê karkerên Kurd di warê xebatê de li rastî binpêkirinên mafan tên. Koç da zanîn ku li Tirkiyeyê weke “karkerên penaber” ên li hin welatan nêzîkê karkerên Kurd dibin û ragihand ku nûjenbûna civaka Kurd a ji ber bandora tevgera azadiya neteweyî, faktoreke ku li ber zextên aborî yên dewletê dibe asteng.
'KARKERÊN KURD MEXDURIYETA KARKERÊN PENABER DIJÎN'
Nivîskar Ferda Koç ji ANFê re axivî û karkerên Kurd komek taybet û girîng a “karkerên bêewle” pêk tîne û da zanîn ku karkerên Kurd ne li Kurdistanê, li Tirkiyeyê li pey kedê dikevin. Koç da zanîn ku ev yek tê wateyê ku karkerên Kurd jî dibin xwediyê statuya karkerên “gurbetçî” (karkerên li xerîbiyê) û penaber, û ev nirxandin kir: “Li kîjan deverên cîhanê karkerên penaber kîjan mexdûriyetê bijîn, hema bêje karkerên Kurd jî heman mexdûriyetê dijîn. Ez dikarin van tiştên ku beriya her tiştê tên ber devê min bêjim: Xebitîna di şert û mercên zor de, parên pîs, kujer, bêewle de û bi pereyeke kêm; li rastî zoriyên biçûkxistin, qewirandin, krîmînalîzekirin tên, heta dawiyê di şert û mercên zor xirab de tên hewandin, di warê tenduristî û gihiştinê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne, di nava xwe de girtî ne, di nava civakek girtî de hepsbûn... "
Ferda Koç da zanîn ku gava mirov li welatên din dinêre, mirov dibîne ku ev pirsgirêkên karkerên Kurdan, di karkerên penaber-biyanî de hene û got: “Li her derê cîhanê karkerên biyanî-penaber li rastî van pirsgirêkan tên û bi rastî jî biyaniyên wan welatan in. Weke li Almanyayê Tirk, Yûgoslavî, li DYAyê Meksîkayî, Latînoyî, li Franseyê karkerên bakûrê Efrîkayê”. Koç da zanîn ku ji ber hin pirsgirêkên civakî û ji bo firsendeke baştir karker berê xwe didin welatên din û got: “Lê li Tirkiyeyê rewşa karkerên Kurd ne wisa ye. Ya yekem karkerên Kurd ne karkerên biyanî ne. Welatiyên Tirkiyeyê ne. Ya duwemîn jî ya ku dihêle karkerên Kurd li Tirkiyeyê mîna karkerên biyanî û penaber bixebitin tundiya polîtîkaya dewletê û hewldanên desthilatiya navendîperest a li Kurdistanê ye. "
Koç bal kişand ser pirsgirêka çîna karker a li Tirkiyeyê û diyar kir ku hewl hate dayin ku ev pirsgirêk bi qewirandina karkerên Kurd bê çarerserkirin. Koç diyar kir ku divê rêxistinên çîna karker ên Tirkiyeyê li hemberî xebata bêewle têbikoşe û ji bo keda Kurd bibe tevkareke “xweragir” a di piyaseya kedê de, divê tedbîrên civakî bêne girtin û wiha domand: “Divê kedkarên Kurd, bibin yek ji tevkarên xweragir ên piyaseya kedê. Tiştên ku ji bo vê divên, pêwîst e hin daxwazên ku mohra pirsgirêka Kurd li ser heye werin amadekirin."
'PIRANIYA GELÊ KURD ÊDÎ KARKER E...'
Nivîskar Ferda Koç derbarê çîna karker a li Bakûrê Kurdistanê de wiha axivî: “Tevgera Azadiya Neteweyî ya Kurdan tevgerek a gel e û pêşengiyê ji sosyalîstan re jî dike. Lê hîna jî aliyê “neteweyî” yê tevgerê li pêş e” û wiha domand: “Hin hevalên me dibêjin ku ji ber ku Tevgera Azadiya Kurd weke “tevgereke a azadiya çînî û wehkeviyê” pêş neket, li Kurdistanê ev yek bûye sedem ku çîneke xurt a karkeran pêş nekeve. Lê piraniya gelê Kurd êdî karker in. Êdî li gorî min, divê em pirsgirêka azadiya neteweyî bi têgînên çînî pênase bikin û weke pirsgirêkek proleterê bibînin. "
'POLÎTÎKAYÊN BINDESTIYA DEWLETÊ BI XÊ RA TEVGERA AZADIYÊ TÊN ASTENGKIRIN'
Endamê KCD û nunerê Dev Saglik-Îşê nivîskar Ferda Koç diyar kir ku hukûmeta AKPê li Kurdistanê dixwaze bi bexşan sîstema credevanan û tevnên qezencên nerewa Kurdên xizan bi xwe ve girêbide û got: “Li gorî çavdêriyên min dixwaze polîtîkayeke ku bi bexşên hevkarên feodal, bi sîstema cerdevanî û tevnên qezencên ne rewa Kurdên xizan bi xwe ve bide girêdan. Tenê îstîsnayek heye ew jî “Karta Kesk e”. Ew jî piştî hilbijartinên 2011 de weke amûreke ya tohildanê hate bikaranîn.” Koç da zanîn ku tevgera azadiya Kurdan li pêşiya vê asteng e û got: “Nûjenbûna civaka Kurd a ji ber bandora tevgera azadiya neteweyî, faktoreke ku li ber zextên aborî yên dewletê dibe asteng.”