FEDA'yê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir

FEDA ji bo meşa roja 26'ê Kanûnê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê banga beşdariyê kir.

FEDA ji bo meşa roja 26'ê Kanûnê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê banga beşdariyê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de hat gotin, "Welat û erdnîgariya me, careke din ji aliyê dewleta TC a xwedî mejiyê DAIŞ û Mûaviye-Yezîd ve veguheriye gola xwînê" hat destnîşankirin, ku AKP dixwaze vîna her kesan bi taybetî jî ya gelê Kurd a li hemberî vê zîhniyeta faşîst derdikeve, bişikîne.

FEDA'yê diayr kir ku şerê xweparastinê yê îro li Farqîn, Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Silopyayê tê meşandin û wê sibe li tevahiya welêt belav bibe, di dawiya dawî de wê vê zîhniyeta li dijî cihêrengiyan şer dike, biqedîne.

FEDA'yê ev bang li Elewiyan kir: "Elewiyên ku di herikîna dîrokê de hem ji bo xwe, hem jî ji bo gelên din ên mezlûm li cem bexwedêran cih girtin, girîng e di roja îro de li cem gelê Kurd ê ji bo hemû bawerî, gel û çandan li ber xwe dide, cih bigire."

Ya ku li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê li ber xwe dide, rûmeta mirovahiyê ye. Ya li ber xwe dide Elewîtî ye, mirovahî ye. Pêwîste em beşdarî çalakiyên ji bo cihgirtina li nava vê berxwedana bi rûmet tê lidarxistin, bibin. Divê em jî di vê pêvajoyê de hebin. Bi berxwedanê re xwediyê vê zîhniyetê dikare bê têk birin. Roj, bikaranîna her rêbazên têkoşînê li ser me ferz dike. Lewma em bang li hemû canên Elewî dikin, ku roja 26'ê Kanûnê li ber HBF a Dusseldorfê beşdarî meş û mîtînga saet di 12:00 de destpê dike, bibin."