FEDA'yê 1'ê Gulanê pîroz kir, banga têkoşîna hevpar kir

FEDA'yê 1'ê Gulanê pîroz kir û got,''Em bang dikin ku li dijî zaliman bi hevkarî têbikoşin û piştevanê hev bin.''

Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) ji bo 1'ê Gulanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin desthilata AKP-MHP'ê pandemiyê dike hincet dixwaze 1'ê Gulanê qedexe bike.

FEDA'yê bal kiaşnde ser krîza aborî ya li Tirkiyê û got AKP-MHP dixwaze fatoreya krîza aborî li Kurd, Elewiyan bibire, hate gotin bi bacên Elewiyan bûdçeya Diyaneta Tirk her ku diçe zêde dibe, bi zorê dersa dîn didin zarokên Elewî, bi bangdana meleyan a ji qereqolên leşkerî yên li jîgehên Elewî asîmîlasyon, Tirkbûn û Misilmanbûnê li Elewiyan ferz dikin.

FEDA'yê got, ''Bi pirnameyiya xwe em bang dikin li dijî zaliman piştevanê hev bin û bi hevkarî têbikoşin.''