FEDA: Pîr Cîlasûn wê di têkoşîna me de bijî!
FEDA ji bo Cîlasûn ê jiyana xwe ji dest da, peyamek weşand. Di peyamê de got, "Em ê dilsozê zanatiya qedîm a ku wî hînî me kiriye, bin."
FEDA ji bo Cîlasûn ê jiyana xwe ji dest da, peyamek weşand. Di peyamê de got, "Em ê dilsozê zanatiya qedîm a ku wî hînî me kiriye, bin."
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), li ser wefata Alî Haydar Cîlasûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di peyamê de hat ragihandin, di şexsê Cîlasûn de wê baweriya Elewiyan bê parastin û dewamkirin.
Di peyama FEDA'yê de hat gotin, "Pîr Cîlasûn da ser şopa Seyîd Riza, Besêyan. Pîrekî leheng ê Kurdên Elewî yê ji Dersîmê bû. Weke neferekî vê doza esîl, şahidî ji gelek komkujî û êşên giran ên vê xakê re kir. Di heman demê hiş û bîra dîroka Dersîmê ya devkî û nivîskî bû.
'JI BAWERÎ Û KURDÎTIYA XWE TAWÎZ NEDA'
Bi huner û helbestên xwe, timî her tim xwedî sekneke mûxalîf û sosyalîst bû. Li ku derê bindestek hebûya, Pîr Cîlasûn pê re bû. Ji ber vê sekna xwe her tim li ber zilma zaliman rabû, her tim li cem mezlûman cih girt. Li dijî nîjadperestî, paşverûtî ji nêrîn û jiyana xwe ya hunerî ti carî tawîz neda û her bim kesayetiya xwe ya mûxalîf parast. Ne ji bawerî ne jî ji Kurdîtiya xwe tawîz neda."
Di dawiya peyama FEDA'yê de hat ragihandin, Cîlasûn bi taybetî ji pêşvebirina baweriya Kurdên Elewî û Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê li Ewropayê, pêşengî kir û hat gotin, "Em ê dilsozê zanatiya qedîm a ku wî hînî me kiriye, bin. Em ê Elewîtiyê bijîn û bidin jiyîn."