FEDA: Madimak hê jî dişewite

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera Qetlîama Madimakê ya di 2’ê Tîrmehê de daxuyanî da û diyar kir ku ev qetlîam hê jî wekî birînekê ye.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) gelek qetlîamên dewleta Tirk bi bîr xist û got ku “Heta ku ev feraset hesab nede wê ev birîn di wijdanê Elewiyan de be. Heta ku berpirsyar hesab nedin wê Elewî ne aram bin. Teqez divê hesabê vê qetlîamê were pirsîn.

Wekî di qetlîama Meraşê de xwestine Sêwasê jî bikin axeke ku senteza Tirk/Îslam û tektîpbûn lê were ferzkirin. Niha jî çeteyên DAÎŞ’ê yên ji welatên din anîne, dixwazin wan li wê derê bi cih bikin.

Ji ber vê jî Madimak hê jî birîneke li ser dilê me ye. Yên ku vî sûcê mirovayetiyê kirine, hesap nadin gelê me û dibin wezîr û parlementer.

Ji ber vê jî divê milkên ku hatine desteserkirin werin tanzîmkirin û kujer jî di çarçoveya Hiqûqa Mafên Mirovan a Navneteweyî werin darizandin. Heke wisa nebe 2’ê Tîrmeha 1993’an wê di dîroka mirovayetiyê de deqeke reş be û ew ê qetlîamên din werin kirin. Ên wekî Gazî, Gezî, Sûrûc, Roboskî, Şengal û Mabetayê.

Em careke din cangoriyên di qetlîama Madimakê de bi hurmet bi bîr tînin.